Rûniştina doza KESK'ê hat taloqkirin
Rûniştina doza KESK'ê hat taloqkirin
Rûniştina doza KESK'ê hat taloqkirin
Rûniştina 17 endamên KESK'ê yên ji doza "DHKP-C" tên darizandin li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Rûniştin dîsa taloqî 28'ê Mijdara 2014'an kirin.
2. rûniştina doza 17 endamên KESK'ê dê yên ji "Endamê Rêxistina DHKP-C" tên darizandin li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di rûniştinê de bersûcên serbest û parêzerên wan amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan parêzeran parastin kir û îdîayên derbarê muwekilên xwe de red kirin. Heyeta dadgehê pişti parastinê bi sedema ku lazime îfadeya kesên din jî bistîne doz taloqî 28'ê Sibata 2014'an kir.