Ronahî TV dest bi weşana 24 saetan dike
Ronahî TV dest bi weşana 24 saetan dike
Ronahî TV dest bi weşana 24 saetan dike
Ronahî TV ku saleke weşanê li dû xwe hişt, dest bi weşana 24 saetan dike. Ronahî TV ya par dest bi weşanê kir, wê ji 21'ê Mijdarê û pê ve 24 saetan weşanê bike.
Ronahî TV, piştî ku demekê weşana testê kir di 21'ê Mijdara 2012'an de dest bi weşana xwe ya asayî kir. Ronahî TV ya bi zaravayê Kurdî Kurmancî, bi zimanên Erebî û Îngilîzî weşanê dike, tevî ku xîtabî Kurdên li Rojava dike jî, li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi eleqeyeke mezin tê şopandin.
Ronahî TV wê di sala xwe ya duyemîn de derbasî weşana 24 saetan bibe û li gel nûçe, bernameyên analîz û taybet, wê bi dokûmanter û bernameyên cuda yên çand, huner û civakî, derkeve pêşberî temaşevanên xwe.
Hûn dikarin Ronahî TV li ser van frekansan temaşe bikin.
RONAHÎ TV
PEYKA HOTBIRD
FREKANS:12.520 V
SYMBOL RATE:27500
Nilesat, 7 ° west
Frekans: 11 354
Symbol rate: 27 500
Polarızatıon: Vertical
FEC: 5 / 6