Rojnamevanên Başûr dê serlêdana çûna Îmralî bikin

Rojnamevanên Başûr dê serlêdana çûna Îmralî bikin

Li Başûrê Kurdistanê komek ya rojnamevanan kampanya çûna Îmraliyê dane destpêkirin û xwe amade dikin ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdanê bikin. Rojnamevan Şaswar anî ziman ku, ew dê paş cejna Remezanê bidaxuyaniyek ya çapemeniyê serlêdana xwe ya çûna Îmralî aşkera bikin.

Li ser navê koma rojnamevanên Başûrê Kurdistanê rojnamevan Şaswar Mama daxuyaniyek da û diyarkir ku, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta BDP’ê  re dabû diyar kirin ku, li Îmraliyê dixwaze civînekê ji çapemeniyê re çêbike û daxwaz kiri bû ku dewleta Tirkiyeyê rê bide rojnamevanan da ku bi karin biçin girava Îmraliyê. Ji bo bikare li gel hevdîtinê û goftûgoyê li gel rojnamevanan bike, lê ta niha dewleta Tirk ew daxwaz ne pejiradiye.

Herwiha Şaswar ragihand ku, “Em li ser daxwaza Ocalan komek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê amadene biçin Îmraliyê  û tevlî civîna çapemeniya li Îmraliyê bibin” û destnîşan kir ku, “ Ji bo wê yekê em dê di paş cejna Remezanê  bi civînekî çapemeniyê daxwaza hevdîtinê li gel Ocalan ji dewleta Tirk bikin û hêvî dikin ku vê daxwaza me bi pejirînin.”

Şaswas bal kişand ser girîngiya hevdîtina rojnamevanan a Ocalan re jî  got: “Hevdîtinên rasterast divê demê de li gel Ocalan wê ji bo pêvajoya aştiyê xizmetê bike. Peyama ku birêz Ocalan bide wê bi vekirîtir bigêhêje gelê Kurd û gelên din.”

Her rojnamevanekî ku bixwaze beşdarî  kampanyayê bibe bila jimara telefoana xwe ji bo vê emailê rêbike û wê heya 3’ê Tebaxê haya 13’ê Tebaxê berdewam bike ‘[email protected]