Rêxistina Mafê Mirovan: Bila kujerên 3 kurdan bên darezandin
Rêxistina Mafê Mirovan: Bila kujerên 3 kurdan bên darezandin
Rêxistina Mafê Mirovan: Bila kujerên 3 kurdan bên darezandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê înfazkirina 3 welatiyên kurd ên ji Rojava ku bi destê cendirmeyên Tirk hatin qetilkirin, şermezar kir û banga darizandina kujeran kir.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê, derbarê qetilkirina 3 welatiyên kurd ên ku şevê din ji aliyê cendirmeyên Tirk ve li ser sînor di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hatîn qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, binpêkirinên cendirmeyên Tirkiyê ji 14'ê Mijdara 2013’yan ve dema gule li ser şêniyên Dirbêsiyê yên li dijî "Dîrwarê Şermê" meş lidar xistibûn barandin, diyar bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku niha jî cendirmeyên Tirkiyê 3 welatiyên kurd li ser sînorê Nisêbînê-Qamişlo bi hovane qetil kirine.
Di berdewama daxuyaniyê de qetilkirina 3 welatiyan bi tundî hate şermezarkirin û vê yek wekî kiryarên li dijî mirovahiyê hate binavkirin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên navnetewî û rêxistina Mafê Mirovan a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê (ÎHD) hate kirin ku li dijî kiryara dijmirovî ya Tirkiyê bêdeng nemînin. Her wiha hate xwestin ji bo ku leşkerên hersê welatî qetil kirin û welatiyê bi nave Sedeldîn Mihmed birîndar kir bêne darizandin, bikevin nava tevgerê.