Rewşa girtiyê ji doza PKK’ê girtî Adem krîtîk e!
Rewşa girtiyê ji doza PKK’ê girtî Adem krîtîk e!
Rewşa girtiyê ji doza PKK’ê girtî Adem krîtîk e!
Girtiyê nexweş Adem Tiryakî ji ber tumora di mejiyê wî de di girtîgehê de bi nexweşiya xwe re têkoşîna jiyanê dide. Meta Adem Taryakî Muhabbet Tiryakî diyar kir ku, her şev bi fikara 'Dê tiştek bi serê wî bê' radizên û dixwaze biraziyê wê serbest bê berdan û di nava şert û mercên baş de bê dermankirin.
Li Girtîgehên Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê bisedan girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Girtiyên nexweş ne serbest tên berdan û ne jî destûr tê dayîn ku, bên dermankirin. Ji ber ku girtiyên nexweş nayên berdan û nayên dermankirin roj bi roj rewşa girtiyan bêtir xirab dibe û nexweşiyên wan li wan girantir dibin. Li gorî rapora ÎHD'ê li Girtîgehan 544 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş ku divê bi lezgîn serbest bê berdan û li derve bê dermankirin girtiyê ji doza PKK'ê yê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Adem Tiryakî ye. Ji ber ku di mejiyê Tiryakî de nexweşiya tumorê heye divê di nava şert û mercên baş de bê dermankirin û emeliyat bibe. Ji ber ku Tiryakî dermankirina bi kelepçe qebûl nake emeliyat wî tedawî nakin.
GIRTIYÊ JI DOZA PKK’Ê TUMOR DI MEJIYÊ WÎ DE HEYE Û NAYÊ DERMAN KIRIN
Adem Tiryakî ku tumor di mejiyê wî de heye di girtîgehê de dijî, ji ber ku nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bibîne, birayê wî yê girtî pêdiviyên wî dibîne. Adem Tiryakî bi alîkariya birayê xwe yê girtî Erol Tiryakî hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê dibîne.
Girtiyê ji doza PKK'ê girtî Erol Tiryakî bi riya telefonê li dayîka xwe geriya û diyar kir ku, rewşa tenduristiya birayê wî nebaş e. Erol Tiryakî aşkera kir ku, tumora di mejiyê birayê wî de her ku diçe mezin dibe û divê bi lezgîn bê emeliyatkirin. Tiryakî da zanîn ku, ji ber birayê wî dermankirina bi kelepçe qebûl nake nayê dermankirin û rewşa wî her ku diçe xerab dibe.
‘REWŞA ADEM KIRÎTÎKE’
Mela Adem Tiryakî Muhabbet Tiryakî jî anî ziman ku, biraziyê wê 19 salin girtî ye û mexdûrê şer e. Muhabet Tiryakî da zanîn ku,ji ber ku biraziyê wê yê din Erol Tiryakî li wan digere ditirsin ku agahiyek nexweş bide wan û her şev bi fikar radizên û wiha got: "Di mejiyê biraziyê min de tumor heye û divê bi lezgîn bê emeliyatkirin. 2 biraziyên min di heman girtigehê û heman koxuşê de dimînin. Erol li Adem dinere û alîkariyê bi wî re dike. Ji ber ku her tim Erol li ber serê Adem e û alîkariyê dide derûniya wî xera bûye. Rewşa Adem kirîtîk e. Ger ku emeliyat nebe dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lezgîn serbest bê berdan û bê dermankirin. Ji ber ku girtî ye û li Girtîgeha dûr e em nikarin biçin ziyareta wî jî."
Tiryakî anî ziman ku, dema diçin hevdîtina wî jî bi dehan caran di lêgerînê re derba dibin û ji bo hevdîtina biraziyê xwe ezabekî mezin dijîn. Tiryakî anî ziman ku, dê heta dawî mafê xwe biparêzin û li hemberî van neheqiyan bêdeng namînin.