Rêveberê Partiya Azadî bi heşîşê re hate girtin

Rêveberê Partiya Azadî bi heşîşê re hate girtin

Di wesayîta Endamê Komîteya Herêma Gundên Rojavayê Kobanê ya Partiya Azadî (ya Mistefa Cuma), Mihemed Îsmaîl de heşîş hate dîtin. Îsmaîl ji aliyê hêzên asayîşê ve hate binçavkirin, heşîş jî hate desteserkirin.

Di çarçoveya opersyona ku hêzên asayîşê li dijî heşîşê daye destpêkirin de, dewriyeyek Asayîşa Kobanê li gundê Şêx Coban ê li nêzî gundê Til Xezal ê girêdayî Kobanê wesayît kontrol kirin. Di dema kontrolê de di wesayîtekê de 25 kartonên heşîşa ziwakirî hate dîtin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê wesayît tevlî ajokar birin navenda Asayîşê û lêpirsîn kirin. Di encama lêprsînê de derket holê ku ajokarê wesayîtê Endamê Komîteya Herêma Gundên Rojavayê Kobanê ya Partiya Azadî Mihemed Îsmaîl  e û wesayît jî aydê wê ye.

Rayedarên asayîşê dan zanîn ku bi Mihemed Îsmaîl re 80 kîlogram heşîşa ziwakirî hatiye girtin û Îsmaîl bixwe jî gotiye ku di dema operasyona heşîyê ya li gundê Til Xezalê de heşîş di mala wî de bûye.