Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: Mirî û birîndar hene
Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: Mirî û birîndar hene
Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: Mirî û birîndar hene
Balafirên şer ên rêjîma Sûriyeyê gundê Hedad ê 20 kîlometrî başûrê Tirbesipiyê bombebaran kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Balafirên şer ên rêjîma Bass gundê Hedad ê di herêma Sinceq aTirbesipiyê de bombebaran kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Şahidên bûyerê ji ANHA’yê re ragihandin ku bi çavên xwe dîtine berçeyên laşên jin û zarokan li derdorê belav bûne û ji ber dijwariya bombebaranê hejmara kuştiyan ne hate zanîn.
Her wiha welatiyeke din ji gundê Hedad anî zima ku komên çekdar ên artêşa azad di navenda Tesxîn ya neftê de bi cih bibûn, dema balafirên Suriyê yên şer êrîşî komên çekdar kir. di heman demê de êrîş li dijî komeke gundiyên ku ji ber bombebaranê ji gundê derdiketin pêk hat û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Gundê Hedad di keve herêma Sinceq a 20 kîlometrî başûrê Tirbesipiyê û şêniyên wê ji sedî 70 kurd in û 30 yên din jî ereb in.