Rejîma Sûriyeyê bajarê Kafranbel xiste destê xwe
Rejîma Sûriyeyê bajarê Kafranbel ê dikeve başûrê Idlibê ji destê çeteyên dewleta Tirk derxist.
Rejîma Sûriyeyê bajarê Kafranbel ê dikeve başûrê Idlibê ji destê çeteyên dewleta Tirk derxist.
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê rejîma Şamê bi desteka hêzên esmanî ya Rûsyayê di nava 48 saetên dawî de li gel bajarê Kefaranbel a dikeve başûrê Idlibê 18 gund û jîngeh xiste di bin kontrola xwe de.
Hêzên rejîmê di meha Kanûnê de operasyonên li herêmên bakurê rojhilatê welat dabû destpêkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî , 900 hezar kes neçar ma ku malên xwe bi neçarî biterikînin.
Di şerê li herêma Idlibê de li aliyekê dewleta Tirk û çeteyên destekê dide û li aliyê din jî rejîma Sûriye û îtifaqên wê hene.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, bi daxuyaniyekê ku ragihand, banga agirbestê red kir, qebûlkirina agirbestê weke ‘teslîmbûna terorîstan û heta tê wateya xelatkirina karên wan’ pênase kir.