Rejîma Îranê di salekê de 56 Kurd îdam kir, 21 kes li ber sêdarê ne
Rejîma Îranê di salekê de 56 Kurd îdam kir, 21 kes li ber sêdarê ne
Rejîma Îranê di salekê de 56 Kurd îdam kir, 21 kes li ber sêdarê ne
Rejîma Îranê ya ku di warê dardakirina mirovan de, di cîhanê de piştî Çînê yekemîn e, sala borî cezayê dardakirinê li 77 Kurdan birî û ji vana 56 kes jî bi biryara dadgehên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatin dardakirin. Li gorî rêxistinên mafê mirovan di sala 2012 de 580 kes li Îranê hatine îdamkirin.
Rejîma Îranê ku di warê pêkanîna cezayê dardakirinê de di cîhanê de welatê duyemîn e, di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 77 Kurdan û ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.
Li gorî agahiyên hatine biderxistin navê 9 girtiyên siyasî yên Kurd ku di sala 2012 de cezayê dardakirinê li wan hatine birrîn wiha ne: Hebîb Efşarî, Elî Efşarî, Mensûr Arwend, Saman Nesîm, Bextyar Mêmarî, Simko Xurşîdî, Hoşeng Rezayî, Îbrahîm Îsapûr û Sîrwan Nijwarî.
DI SALEKÊ DE 580 KES HATIN DARDAKIRIN
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ve hatiye aşkerekirin, di sala par de 580 kes hatine dardakirin û ji vana 9 jê jin bûn. Li gorî rêxistina mafê mirovan, ji sedî 60’ê van kesan li ber çavê gel hatine dardakirin. Rejîma Îranê di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 77 Kurdan û ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Li gorî nûçeyek a Kurdpayê, ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.
Her wiha hate diyarkirin ku piraniya kesên ku têne dardakirin bi hinceta “madeyên hişber bi kar tînin” an jî “bazirganiya madeyên hişber dikin” tên salane bi sedan mirov ji aliyê rejîma Îranê ve tên dardakirin. Li gorî heman daxuyaniya rêxistina mafê mirovan, 27 kesên ji Efxanîstanê û kesek jî ji Pakîstanê di sala 2012 de li Îranê hatine îdamkirin.
JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN
girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.
GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN LI BER SÊDARÊ
Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 9 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Her wiha, li gorî tomarên ANF’ê navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne:
Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî û Îbrahîm Îsapûr.