Raza pîramîdên mezin ên li Misrê tê keşfkirin?

Ekîbeke navneteweyî ya ji zanyaran pêk tê, di pîramîdên mezin ên Misrê de lêkolînên termîk dikin.

Ekîbeke navneteweyî ya ji zanyaran pêk tê, di pîramîdên mezin ên Misrê de lêkolînên termîk dikin. Di vê xebata ku navê "Scan Pyramids" lê tê kirin, anormaltiyên mirovan matmayî dihêlin hatin dîtin.

Di ekîba lêkolîner de zanyarên Misrî, Fransî, Japon û Kanadayî hene. Lêkolîner hewl didin raza pîramîdan keşf bikin û beşên hê nehatine dîtin hene yan na peyda bikin.

Merheleya yekemîn a xebatê temam bû. Bi vê xebata enfrarûj re tê armanckirin ku nexşeya pîramîdên mezin were derxistin.

Ji ber hemû kevir ji heman cureyî ne, pêwîst e xwedî heman asta emîsyonê bin. Tê texmînkirin ku eger ferqa germahiyê bê dîtin, wê hebûna odeyên nayên zanîn bên tespîtkirin.

9’ê Cotmehê li Gîze di pîramîda Keops a ji sê pîramîdan a herî mezin e anormaliyên ecêb hatin dîtin.

Di navbera du blokên cîran de ferqeke germahiyê ya 6 dereceyan hat tespîtkirin. Pispor Jean-Claude Barré got, "Ev ferqeke mezin e”. Hat diyarkirin ku di dema sarbûnê de jî ferqa germahiyê derdikeve 3 dereceyan.

Niha têkildarî ti odeyên nepenî hene yan na hîpotez nînin. Anormaliyên hatine tespîtkirin wê hefteyên pêşiya me werin lêkolînkirin.

Endezyarê Hollandayî Robert Voute got, "Ev bi hezarê salane em bi gotina wan nas dikin li wan dinêrin, lê piştî 4 hezar sal em fêm dikin ku me wer nas nekiriye.”