Qoserî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Qoserî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Qosera Mardînê bi armanca şermezarkirina kiryarên narkotîk û fûhûşê, ku ev demeke dirêje li her deverê Kurdistanê derketiye pêş, meşek girseyî li dar xist. 

Li Kurdistanê ev demeke dirêje kiryarê narkotîk û fûhûşê wekî nexweşiyek civakî di nava civaka Kurdistanê de belav dibe. Li gel vê yekê rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî hin kampanyayan li dar dixin. Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî di vê çarçoveyê de ji bo balê bikişinînin ser kiryarên narkotîk û fûhûşê meşek bi girseyî li dar xist. 

Girseya ku di nav de Serokê BDP'a Qoserê Fettah Tekîn, Cîgirê Şaredarê Qoserê Şemsettîn Sulhan, nûnerên Egîtîm Sen, BES, KESK, DÎSK, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER û Tüm Bel-Senê jî amade bû li Qada Azadiyê ya li Parqa Mehmet Sîncar li hev civiya. Di dema meşê de rê li trafîkê hat girtin û dovîzên "Metîngeriyê nejî, nede jiyîn" û "Em li dijî qirkirina çandî, fûhûşê, helandin û kiryarên narkotîkê dimeşin" hatin hilgirtin

LI KURDISTANÊ KIRYARÊN QIRÊJ

Piştî meşa ku li Parqa Mehmet Sîncar bi dawî bû, Xebatkara Navenda Şewirmendiyê ya Jinan a Nûda Civaknas Emîne Konak axaftinek kir. Konak di axaftina xwe de balkişandser kiryarên qirêj yên ku li dijî civakê tên kirin û got: " Li Çewlikê 4 çawişên pispor jî di nav de bi gişti 8 kesan dest avêtin zaroka 16 salî. Li gel vê ev kiryarên qirêj xwe dubare dikin. Em ê weke erkekî xwe yê wicdanî hesabê van kiryarên qirêj bipirsin û li hemberî vê zihniyetê bisekinîn. Ji ber ku têk çûna jinan têkçûna civakê ye, ew ji dixwazin bi van kiryaran civaka me têk bibin. Lê em destûrê nadin van kiryaran û kiryarên ku ciwanên Kurd pê tên helandin."

Konak di dewama axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ev tişt gotin: "Em dibînin ku pêvajoya çareseriyê di pêngava duyemîn de ye. Lê heya niha tu gavên ber bi çav ên dewletê nehatine avêtin. Lê êdî li benda pêngavan avêtinêne. Û em dixwazin girtiyên ceza li wan hatine birin û tevayî girtiyên din serbert werin berdan. Em jiyana helandinê napejirînin."