Qoserî ji bo Ugur Kaymaz meşiyan
Qoserî ji bo Ugur Kaymaz meşiyan
Qoserî ji bo Ugur Kaymaz meşiyan
Li navçeya Qoserê ya Merdînê, têkildarî kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li ber mala xwe ji aliyê polisan ve hatin qetilkirin meşek girseyî pêk hat. Di meşê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku zarokê 12 salî bi guleya dewletê hat qetilkirin û wiha got: "Ev zilm encama siyaseta komî ya li ser gelê Kurd e. Ji bo Kurdan bêdeng û bêçare bihêle îro jî ev zilm berdewam dike.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ku di 21'ê Mijdara 2004'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin meşek girseyî pêk hat. Girseya ku di navde hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, rêveberên BDP, HDP, MEYA-DER, MADAY-DER, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, KESK, Endamên Meclisa Aştiyê, li Qada Azadiyê kom bûn û meşiyan. Girsê di meşê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz bilind kirin û alên PKK, KCK û PYD'ê vekirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" berz kirin. Girseya ku ewil heta Taxa Ataturk meşiyan piştre heta gora Ugur Kaymaz meşiyan. Di meşê de wêneyên Ugur Kaymaz û zarokên hatin qetilkirin ku li ser "Binêrin rûyê rastîn ê dewletê" nivîsandin û meşiyan.
'EV ZILM ENCAMA SIYASETA DEWLETÊ YE'
Girseya ku heta goristana Ugur Kaymaz meşiyan li vir rêz girtin. Li ser gorê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku zarokê 12 salî bi guleya dewletê hat qetilkirin û wiha got: "Ev zilm encama siyaseta komî ya li ser gelê Kurd e. Ji bo Kurdan bêdeng û bêçare bihêle îro jî ev zilm berdewam dike. " Turk, anî ziman ku êşa Kurdan pir mezine û wiha berdewam kir: "Bi sedan salin Kurd rastî zilma giran tên. Ev zilma mezin îro jî berdewam dike. Lê Kurdan tu caran li hemberî zilma dewletê serî netewand û dê ji niha û şûnde jî serî netewînin. Hevalên me Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz ji bo azadiyê û pêşeroja Kurdan a azad têdikoşiya. Lê Kurd li hemberî vê kuştinê bêdeng namînin. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Gelê Kurd di vê oxirê de rêya xwe berdewam dikin."