Qereqolên nû li Geverê tên çêkirin
Qereqolên nû li Geverê tên çêkirin
Qereqolên nû li Geverê tên çêkirin
Li ser girka di navbera gundê Aylava û Gendaloka navçeya Gevera Colemêrgê avakirina 'kalekolê' hat destpêkirin. Hat hînbûn ku ji bo qereqolên ku li Pangenk û Wargenimanê bên avakirin makîneyên kar çûne herême.
Piştî ku meşa demokratîk ya gerîlayên HPG'ê ber bi Qadên Parastina Medyayê ve polîtîkayên çêkirina qereqolan ketin rojevê, li ser bertekdayina gel hikûmet, dîsa jî paşve gav navêje. Li Gevera Colemêrgê çêkirina qereqolan berdewam dike.
Çêkirina qereqolan herî dawî li gundên Aylava û Gendaloka ku nêzê sînorê Îranê ye hat destpêkirin. Qereqolên ku tên çêkirin ji 3 koliyan pêk tê, bi parêzgehên bin erdê 'Kale-kol' tên çêkirin. Tiştê ku balê dikişîne bi awayekî lez û bez van qereqolan çêdikin. Hat hînbûn ku, ji bo çêkirina qereqolên li Pagenk û Wargeniman jî makîneyên kar rê kirine. Hat zanîn ku, qereqolên tên çêkirin, ji bo Îran, Şemzînan û Başûrê Kurdistanê bike bin kontrolê tên çêkirin.