Qedexekirina PKK'ê ezmûna jidilbûyînê ya Elmanyayê ye!
Qedexekirina PKK'ê ezmûna jidilbûyînê ya Elmanyayê ye!
Qedexekirina PKK'ê ezmûna jidilbûyînê ya Elmanyayê ye!
Ji bo rakirina qedexekirina PKK'ê ku 20 salên xwe tijî kir, bangên li hikûmeta Elman dewam dikin. Parlamenter Ulla Jelpke banga "Divê hikûmeta Federal jidilbûyîna xwe ya li pêşberî aştiya Kurd, bi rakirina vê biryara bêwate nîşan bide" kir. Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Werner Rûf jî diyar kir ku etîketa "terorîst" a li PKK'ê hatiye zeliqandin, biryareke siyasî ye û ne exlaqî ye.
Qedexekirina PKK'ê ku di 26'ê Mijdara 1993'an de bi fermannameyeke taybet re ket meriyetê, îsal 20 salên xwe tijî dike. Ji bo rakirina vê qedexeyê, ku Elmanya kiriye aliyekî şerê li Kurdistanê, saziyên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan ên Elman û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn di 16'ê Mijdara 2013'an de li paytext Berlînê hatin cem hev û peyamên girîng dan hikûmeta federal.
Daxwaza "Bila qedexekirina PKK'ê rabe" ya ji aliyê bi deh hezaran mirovan hat zimên, ji gelek parlamenter, zanyar û parêzvanên mafên mirovan destekê dibîne. Çavdêrên siyasî yên bi Kurdên li Kurdistan û Elmanyayê re eleqedar dibêjin piştî xwepêşandana "Bila destek ji pêvajoya aştiyê re bê dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" a roja Şemiyê, êdî gok li qada hikûmeta federal e.
‘DI SPARTEYEKE QEDEXEYÊ NÎNE’
Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep parlamenter Ulla Jelpke bibîr xist ku qedexe li ser daxwaza Tirkiyê ket meriyetê û anî ziman ku Elmanya bi vê biryarê re veguheriye aliyekî. Jelpke ji bo daxwaza "Bila qedexe bê rakirin" a roja Şemiyê bi deh hezaran mirovan bi awayekî aştiyane û demokratîk anî ziman, divê hikûmeta federal bersiveke erênî bide û got, "Eger Elmanya bi rastî jî alîgirê aştiya li Kurdistanê ye, hingî pêwîste vê qedexeya bêwate tavilê rake."
Jelpke ragihand ku eger qedexe bê rakirin wê ji hikûmeta Tirk re di mijara hevdîtinên çareserî û aştiyê yên bi PKK'ê re peyameke girîng ji Elmanya were şandin û got, "Rakirina qedexeya PKK'ê, dê were wateya cidîgirtina hevdîtinên Tirkiyê yên bi PKK'ê re. Di rewşeke berevajî de rewşa Elmanya ya di vê pêvajoyê de, dê weke astengî bê dîtin.
‘NÊZÎKATIYA LI TEVGERA AZADIYÊ EXLAQÎ NÎNE’
Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Werner Rûf jî bal kişand ser berpirsyariyên Elmanyayê yên li pêşberî aştiya cîhanê û banga "Van berpirsyariyên xwe ji bo pirsgirêka li Kurdistanê jî bicih bîne" li hikûmeta Berlînê kir. Zanyarê Elman anî ziman ku divê Elmanya bi awayekî rast nêzî daxwazên azadiyê yên Kurdan bibe û got, "Lê mixabin tevgerên azadiyê li gorî berjewendiyên siyasî tên nirxandin, li hina etîketa 'terorîst' li hina jî ya 'dost' tê zeliqandin."
Prof. Dr. Werner Rûf ragihand ku etîketa 'terorîst' a Elmanya û Yekitiya Ewropa li PKK'ê zeliqand di encama nêzîkatiyeke bi vî rengî de derket holê û got, "Ev helwesta Ewropa exlaqî nîne û divê tavilê vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike." Prof. Dr. Rûf ku bi lêkolînên xwe yên li ser mijarên aştiya li cîhanê û rewşa siyasî-civakî ya li Rojhilata Navîn tê naskirin ev bang kir:
"Elmanya bi qedexekirinê re nikare tiştekî heyî, li naverastê ye, çareser bike. Ocalan û PKK'ê dan xuyakirin ku ew alîgirên çareseriya siyasî ne, heta niha gelek caran agirbest îlan kirin û gavên pratîkî avêtin. Her wiha di demeke ku hikûmeta Tirk bi Ocalan û PKK'ê re hevdîtinan dike, diyalog û muzakereyan dike de, qedexekirina vê tevgerê bêwate ye."
“ME DÎTIN KU BI QEDEXEKIRINÊ RE PKK NAYÊ QEDANDIN’
Berdevkê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Dr. Nîck Braûns jî da xuyakirin ku bi mîtînga roja Şemiyê re wan dîtine ku tevgereke azadiyê bi qedexe û zextan re nayê tinekirin. Rojnamevan-nivîskar Dr. Braûns ragihand ku di xwepêşandana "Bila destek ji pêvajoya aştiyê re bê dayîn, qedexekirina PKK'ê were rakirin" de ji hikûmeta federal re peyamên gelekî girîng hatine şandin û got, "Tevî hemû zext, çavtirsandin û polîtîkayên krîmînalîzekirinê, me dîtin ku nerazîbûna li qedexekirina PKK'ê ji sala 1993'an gelekî zêdetir e."
‘DIVÊ ELMANYA RASTIYA OCALAN BIBÎNE’
Dr. Braûns diyar kir ku di demeke polîsê Elman ketiye pey wêneyên Ocalan de hikûmeta Tirk bi Ocalan re muzakereyên aştiyê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her wiha di serdana xwe ya meha Cotmehê ya li Rojava de min dît ku li hemû daîre, sazî û avahiyên asayîşê wêneyên Ocalan hene. Ji ber ku li wê derê xeyalên Rêberê Kurd bicih tên. Elmanya jî êdî nikare rastiya Ocalan ji nedîtî ve were, nikare li rola Ocalan çavên xwe bigire. Bi taybetî divê polîsê Elman hurmeta pêwîst nîşanî wêneyên Ocalan bidin."