PYD: Di Meclisa avakirina rêveberiya demî de 35 partî û rêxistin cih digirin
PYD: Di Meclisa avakirina rêveberiya demî de 35 partî û rêxistin cih digirin
PYD: Di Meclisa avakirina rêveberiya demî de 35 partî û rêxistin cih digirin
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku piştî destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 47 komên çete êrîşî destkeftiyên herêmê kirine, lewre pêkhateyên herêmê li dijî van yekan hatin cem hev. PYD’ê bal kişand ku di encama van hewldanan de 35 rêxistin û partiyên nûnerên pêkhateyên herêmê û gelek kesayetên serbixwe Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ava kiriye.
PYD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re gelên li Rojavayê Kurdistanê êdî rejîma Baasê qebûl nekir û li dijî derketin. Lewre hêzên rejîmê neçar man ji herêmê derkevin. Piştî derxistina hêzên rejîmê, pêkhateyên Rojava xwe birêxistin kirin û hemû saziyên xwe ava kirin. Lê li aliyê din jî komên çete yên li ser navê îslamê tevdigerin, derketina hêzên rejîmê ji xwere kirin fersend û êrîşî herêmê kirin. Ev êrîşên çeteyan hîn jî didomin. Bi van êrîşên xwe yên ku ji Serêkaniyê destpêkirin û heta Dêrikê dom kirin de, çeteyan welatî bi zorê koçber kirin, malên wan talan kirin, cihên wan ên baweriyê yên wekî mizgeft û dêran hilweşandin, depoyên genim vala kirin. Her wiha li Til Eran û Til Hasil komkujî pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelek komên çete di van êrîşan de girtine û navên wan wiha hatin rêzkirin:
1-Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)
2- Cephet El Nusra
3- Tugaya Ehfad El-Resûl
4- Tugraya El Nesir
5- Tabûra Fethellah
6- Tugaya Laîlaheîllallah
7- Şêx El-Îslam Bin Teymîye
8- Tabûra Elî Bin Ebû Talib
9- Tabûra Diree El-Cezîre
10-Tabûra Mergede
11- Buroya Ewlekariya Şoreşê ya Parêzgeha Reqa
12- Guraba El Şam
13- Tabûra El Adiyet
14- Tabûra Leşkerên Dewleta Mehemediyê
15- Tabûrên El Ebrar
16- Tabûra Şedade
17- Tabûra Ehrar El Xwêran
18- Tabûra Cund El Heremên
19- Tabûra Diree Şemal
20- Tabûra Cundullah
21- Mêrxasên Cerabbul û Minbicê
22- Tabûra Ehrar El Tewaîf
23- Tabûra Sirrîn
24- Tabûra Ehil El Sunne
25- Tabûra Mariee
26- Tabûra Eyşe
27- Tabûra Ehrar El Şam
28- Tabûra Ehrar Ebû Rasên
29- Tabûra Ehrar El Herb
30- Tugaya Şoreşgerên Reqa
31- Tabûra Usame Bin Zeyd
32- Tabûra El Muwahedîn
33- Tabûra El Qarie
34- Tabûra El Taîfe El Mensûra
35- Tabûra Allahûekber
36- Tugaya El Zilzal
37- Tabûrên Serayên El Medîne El Munawere
38- Tabûra Fedaiyên Şoreşê
39- Tabûra Şehîdên El Zahiriyê
40- Tabûra Şehîd Hesen El Xelef
41- Yekîneya Tugaya İbn El Qeyn
42- Tugaya Netewî
43- Tabûra Şehîd Ebdulatîf (Ebul Xetab)
44- Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî ya Parêzgeha Reqa
45- Tabûra Ehrar El Şedadî
46- Tabûra Enwer El Heq
47- Tabûra Ehrar Çiyayê Ebdulezîz
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî êrîşan van çeteyan hemû pêkhateyên herêma Rojavayê Kurdistanê li hev civiyane û ji bo parastina herêmê danustendin kirine. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di encama van hevdîtinan de di 12’ê Mijdara 2013’an de 86 keseyatên nûnerên pêkhateyên herêmê wekî kurd, ereb, çeçen, suryanî, asûrî li hev civiyane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 86 kesan de nûnerên 35 rêxistin, partiyên siyasî, saziyên civakî, kesayetên serbixwe jî hebûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê civînê de Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de navên rêxistin, partî û saziyên tevlî civînê bûne jî wiha hatin rêzkirin:
1- Partiya Yekîtiya Suryanî
2 – Yekîtiya Ciwanên Suryanî
3- Komeleya Çanda Suryanî
4- Yekîtiya Akademiyên Suryanî
5- Yekîtiya Jinên Suryanî
6- Heyet El Tensîq
7- Koma Netewî ya Suriyê
8 – Desteya Netewî ya Ereb
9- Partiya Karê Komunîst
10 – Partiya Çep a Kurd
11 – Partiya Demokratî Kurdistan
12 – Partiya Çep a Demokratîk a Kurd
13 – Kombûna Niştimaniyên Demokratîk ên Kurd li Suriyê
14 – Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî
15 – Partiya Lîberalî Kurdistan
16 – Partiya Demokratî Kurd a Suriyê
17 – Yekîtiya Star
18 – Înîsiyatîfa Jinên Suriyê
19 – Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê
20 – Desteya Aştiya Navxweyî
21 – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
22 – Rêxistina Şoreşgerî ya Jinan
23 – Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê
24 – Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê
25 – Partiya Demokratiya Kurdistan li Suriyê
26 – Rêxistina Civaka Dewlet û Hemwelatiyan
27 – Rêxsitina li Dijî Îşkenceya li Ser Jinê ya Sara
28 – Kombûna Ciwanên Suriya Pêşverû
29 – Partiya Komunîstî Kurdistan
30 – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
31 – Desteya Bilind a Kurd (DBK)
32 – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî
33 – Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz
34 – Tevgera Ciwanên Şoreşger
35 – Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî avakirina meclîsê di 15’ê mijdarê de jî Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ku ji 60 kesan pêk tê civîna xwe ya yekemin lidar xistiye û komîteyên ji bo amadekarina hevpeymana civakî, qanûna hilbijartinê û çêkirina rêziknameya projeya demî ava kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tu niya perçekirina Suriyê ya vê projeyê nîne û armanc avakirina jiyana hevbeş û wekheviyê ya li Suriyê ye.