Polîsên Fransayê avêtin ser bi qasî 300 navnîşanan
Lêpirsîna li ser komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê kûr bû. Li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê tên meşandin.
Lêpirsîna li ser komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê kûr bû. Li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê tên meşandin.
Lêpirsîna li ser komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê kûr bû. Li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê tên meşandin.
Di şeva Yekşem-Duşemê de polîsan avêtinser 168 navnîşanên li gelemperiya welêt. Di van serdegirtinan de 23 kes hatin binçavkirin, 31 çek hatin bidestxistin. Operasyonan di şeva Duşem-Sêşemê de jî dewam kirin.
Wezîrê Karên Hundir Bernar Kazonov da xuyakirin, ku di çarçoveya rewşa awarte de li 128 navnîşanan lêgerîn hatiye kirin. Li Fransayê tedbîrek hat girtin ku li gorî vê yekê, yên ji Sûriyeyê vegeriyane, li hepsa malê bên ragirtin. Dibe ku mercên dijwar li ser mirovên ji Sûriye û Iraqê vegeriyane bên ferzkirin.
LI BELÇÎKAYÊ OPERASYON
Di çarçoveya lêpirsînê de, ji bo girtina gumanbarê sereke yê komkujiyê Salah Abdeslam, operasyon dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li taxa Molenbeek a paytexta Belçîka Brukselê, di êvara Duşemê de operasyoneke berfireh hat lidarxistin.
Li aliyê din, xebatên ji bo tespîtkirina nasnameyên êrîşkaran dewam dikin. Li cem yek ji êrîşkaran pasaporta Ahmed El Mûhammed ê Sûriyeyî yê 25 salî hat dîtin. Li ser rastî yan jî nerastiya pasaportê lêkolîn dewam dikin.
Lê belê şopên tililiyên li ser vê pasaportê bi şopên tiliyên li nuqteyeke kontrolê ya li Yewnanîstanê, tê. Rayedarên Yewnan dan xuyakirin ku ev kes di 3'ê Cotmehê de di ser Tirkiyeyê re derbasî Girava Mîdîllî bûye.