Polîsê Elman çawa bû 'Dijminê Kurd?'

Polîsê Elman çawa bû 'Dijminê Kurd?'

Di şûna saziyên Kurd ên di 26'ê Mijdara 1993'an de li Elmanyayê hatin qedexekirin yên nû hatin vekirin, xwepêşandan, mîtîng û meş her tim dewam kirin. Dozaja tundiya polîsan a li hemberî Kurdan jî her diçû zêde bû. Sedema herî girîng a vê yekê ew bû ku polîs bi îdîaya "Kurd dê bi segvanan we bikuje" hatin perwerdekirin. Zêdeyî 10 Kurd jî bûn qurbanên tundî û polîtîkayên dewletê.

Bi vî rengî li polîtîkayên tundiyê yên ji ber "Qedexekirina PKK"ê kirasek hat dîtin. Nîşaneyên neteweyî û siyasî yên Kurdistan, dirûşmên wan, şahiyên wan ên çandî û her şêweyên xwepêşandanên wan bi pêkanînê kêfî yên polîsan re rû bi rû man.

Li dû qedexeya 93'an, Newroza ku dihat plankirin li hema hema li her bajarê Elmanya were pîrozkirin, bi fermannameyek di 20'ê Adara 1994'an re hat qedexekirin. Nerazîbûna Kurdan a li dijî vê qedexeyê tund bû. Hemû rêyên navbera bajaran ji aliyê Kurdan ve hatin girtin, çalakgerên Kurd otoban dagir kirin. Yê ku ev qedexe bi awayê herî tund meşand jî dostê Tirk Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bayernê Gunther Becksteîn bû. Li Bayernê ji beşdarên çalakiyê nêzî 500 Kurd hatin binçavkirin, rastî lêpirsînekê hatin ku dê bi salan dewam bikira.

Li bajarê Mannheîmê jî aktîvîstên jin ên Kurd Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li dijî qedexeya Elmanyayê ya li dijî Newrozê bedena xwe dan ber agir. Elmanyayê di wan rojan de pê hesiya ku bi qedexekirinê re barekî çiqasî giran hilgirtiye û rexneyên giran lê dihat kirin ku bûye parçeyek ji şerê li Kurdistanê. Rojnameya "Suddeutsche Zeitung" di 31'ê Adara 1994'an de bi manşeta "Panzerên Elman li dijî Kurdan tên bikaranîn" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Wezîrê Karên Devre Kînkel der heqê panzerên ku bi şertê "dê bi tenê li dijî êrîşên derve ji bo parastinê werin bikaranîn" ji Tirkiyê re hatibû dayîn, ji bo îspat bike ku di şerê Kurdan de nayên bikaranîn di nava hewldanan debû, Wezîrê Karên Hundir jî ji bo Kurdên beşdarî xwepêşandanan bûye werin dersînorkirin, hewl dide kabîneya hikûmeta Kohl û partiyên mûxalefetê qanih bike.

PERWERDEYA 'KURD Ê WE BIKUJE' JI POLÎSAN RE HAT DAYÎN!

Di navbera salên 1994-1996'an de sedema tundiya polîsan a li dijî Kurdan jî, perwerdeya taybet a beriya xwepêşandanan bû. Di vê navberê de rojnameya Hurriyetê bi manşeta "Ocalan: Li polîsê Elman bidin" ji bo provokasyonan îdîayên li derveyî rastiyan diavêt naverastê. Li dû çalakiyên otobanan, polîsê ku beşdarî semînerên perwerdeyê yên polîsan bû Jurgen Korell dê piştî çend salan ev agahî bida:

"Di semînerê de hat nîşandan ka unîformaya polîsan çiqasî bi lez dikare were şewitandin û bedena mirovan a bi benzînê hatiye şewitandin, bi rê û rêbazên heyî hema hema qet nayê vemirandin. Spekulasyon dihatin kirin ku dema Kurdekî xwe şewitandibe bi ser polîsekî benzîn pê ketiye bimeşe, divê çi bê kirin.

Di warê teorîk de rêbaza, guleberdana çonga xwepêşandêr an jî bi debancaya otomatîk gulereşandin, derdiket pêş. Kesî behs ne dikir ku gulereşandina li mirovekî dişewite çiqasî bêrehmî ye."

POLÎSÊN BI KULMA JI HESIN ÊN BI ÊLEKÊ JI POLA!

Psîkolojiya tirsê bi zanebûn bi polîsan dihate enjektekirin û di serî de li Wezareta Karên Hundir li Rêxistina Parastian Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ye û li yekîneyên polîsan "maseyên PKK'ê" hatin danîn. Yek ji şahidê vê rewşê rojnamevan Hans-Otto Weîbûs şahidiyên xwe yên sala 1995'an wiha anî ziman:

"Li Berlînê, beriya 20 hezar kes Gulnaz Bagistanî oxir bike îdîaya ku dê PKK li dijî polîsan segvanan bikar bîne, li naverastê hat belavkirin. Çavkaniya vê îdîayê Daîreya Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Nîedersachsenê bû. Vê saziyê jî ev îdîa dispart Daîreya Krîmînal a Federal (BKA). Berpirsyariya belavkirina vê peyamê li raya giştî jî Serokê Sendîkaya Polîsan Herman Lûtz girtibû ser xwe. Belavkirina meşeke li Frankfûrtê bi rêbaza dijwariyê, daîreyên fermî bala xwe dabûn ser vê rêbazê.

Di vê kampanya nêçirvaniyê de dihat xwestin ku ev encam bên derxistin: Ya yekemîn Kurd weke sûcdar bên nîşandan û ji gelê Elman bên tecrîdkirin. Ya duyemîn, ji ber gengaziya xeteriyê, divê hejmara Kurdên beşdarî meşa li Berlînê bibin, kêm werin girtin. Ya sêyemîn jî; polîs li hemberî Kurdan werin sorkirin. Ji ber vê yekê li hemû polîsên hatin wezîfedarkirin êlekê ji pola hatin belavkirin. Ji ber ku polîsên ku jê re were gotin 'jiyana we di xeteriyê de ye' dê ço û çekên din hîn bêtir bê rehm bikar bînin."

Polîsê Elman bi hesp, kûçik, panzer û bombeyên gazê dest li xwepêşandanên Kurdan werdan û dijwarî weke mafekî xwe yê rewa dît. Di wan salan de polîsan rûyê xwe yê herî dijwar li dijî jinan nîşan dan. Jinên Kurd di Îlona 1994'an de xwestin ji Mannheîmê bimeşin Strasboûrgê, lê gelek caran rastî êrîşa polîsan hatin, gelek ji wan li erdê hatin kaşkirin, di binê hespan de hatin eciqandin û hatin binçavkirin. Li gel vê jî jinan dest ji çalakiya xwe bernedan.

Li Eyaleta Berlînê jî, xwepêşandanên Kurdan rastî destwerdana polîsên bi lepikên ji hesin dihat. Ev lepikên ku li Yekitiya Ewropa û Elmanyayê qedexe ye ku polîs bikar bîne, polîsan di çalakiyên li dijî Kurdan de bê şik û guman bikar anîn. (Di sala 2011'an de piştî ku rojnameya TAZ ev skandal derxist holê, piştî bi salan ji polîsên bi lepikên hesin li Berlînê sûc kirin, bi tenê der heqê 7 ji wan lêpirsîn hat vekirin.)

POLÎS: BI QEDEXEYAN RE KAR ZEHMETTIR BÛ

Dewletê bi qedexeya xwe ya bi hemû rê û rêbazan bikar dianî, nekarî Kurdan ji tevgera azadiyê veqetîne. Ji xwe dema çav li raporên 20 salan ên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn were gerandin dê bê dîtin ku sempatiya ji bo PKK'ê ji sala 1993'an û pê ve zêde bûye. Li gorî raporan hejmara Kurdên weke PKK'yî dihatin îdîakirin 2 qat zêde bû û ji 6 hezarî derbasî 13 hezarî bû. Ji xwe salek piştî qedexeyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Nordrhein Westfalen diyar kir ku "qedexe bi kêr nehatiye" û hîn bêtir rê li ber hêrsa Kurdan vekiriye. Di sala 1995'an de Sendîkaya Polîsan hişyarî da û got, "Bi qedexeyê re PKK'yiyan xwe daxistin binê erdê û kar zehmettir bû."

Di rapora sala 2007'an a Rêxistina Parastian Destûra Bingehîn a Federal de hat destnîşankirin ku ji sedî 10 ê Kurdên li Elmanyayê sempatîzanên aktîf ên KONGRA GEL'in û qedexe di pratîkê de bê wate ye. Li gorî rapora îstîxbaratê ya Hezîrana 2013'an aşkera kir, hejmara PKK'yiyên aktîf ên li Elmanyayê 13 hezar e. Di vê rapora dawî de ku ji PKK û tevgera Kurd re 23 rûpel hat veqetandin, ev nêrîn hat destnîşankirin:

"PKK, dê aktîvîteyên xwe yên li Elmanyayê ji niha û pê ve di asteke bilindtir de dewam bike. Bi taybetî şert û mercên ragirtinê Yên Ocalan û pevçûnên li Tirkiye û Sûriyê nîşan didin ku bûyerên li welatên wan diqewimin dê alîgirên PKK'ê yên li Elmanyayê ber bi nîşandana nerazîbûnê ve bibe, ku ev yek dikare carna rê li ber tundiyê jî veke. Rêxistin xwedî wê hunerê ye ku di demeke kurt de alîgirên xwe yên ciwan bixe nava tevgerê û çalakiyên ku bala çapemeniyê bikşîne, lidar bixe. Rewşeke bi heman rengî di sala 1999'an de piştî girtina Ocalan hatibû dîtin."

MIRINÊN SIYASÎ YÊN KURD ÊN LI ELMANYAYÊ...

Li Elmanyayê heta niha zêdeyî 10 Kurd bûn qurbanên polîtîka û tundiya dewletê. Hin ji wan bi armanca şermerzarkirina polîtîkaya Elmanyayê ya li hemberî Kurdan bedena xwe dan ber agir, hin ji wan jî bûn hedefa fîşekên polîsan. Di bîra mirovan de jî ev şehadet, ev mirin man:

AHMET AYDIN: Li bajarê Munchenê di sala 1982'an de di pîrozbahiya Newrozê ya Rêya Azadî de Ahmet Aydin bi kêrkirinê hat qetilkirin. Aydin ê ji MêrdîNê, dema li pîrozbahiyê hewl dida rojnameya Serxwebûnê belav bike, bûbû hedef.

ROHANÎ Û BÊRÎVAN: Di 21'ê Adara 1994'an de li bajarê Mannheîmê, bi armanca şermezarkirina qedexeya polîsan a pîrozbahiyên Newrozê, Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) bedena xwe dan ber agir. Ji bo merasîma cenazeyê her du aktîvîstên Kurd were astengkirin, li gelemperiya Elmanyayê zêdeyî 30 hezar polîs ketin nava tevgerê. Ji bo Kurd nekevin hundirê Mannheîmê dora hemû bajaran hatin girtin. Lê li gel vê jî nêzî 10 hezar kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

HALÎM DENER: Ciwanê Kurd Halîm Dener ê 16 salî yê ji şerê li Kurdistanê reviya û xwe li Elmanyayê girt, di 29'ê Hezîrana 1994'an de li navenda bajarê Hannoverê dema afîş daliqand, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Endamê yekîneya operasyonê yê taybet Klaûs T. ji pişt ve Dener qetil kiribû. Polîs Klaûs T. li dadgehê got, "Ez bi stres bûm û min dizanî ku ji qedexeya PKK'ê sûc tê kirin" û bi vê parastinê re serbest hat berdan.

Piştî çend salan li bajarê Frankfûrt ê Eyaleta Hessenê der heqê 2 polîsan de ji ber karên ne li rê doz hat vekirin. Çi balkêş e ku yek ji polîsên hat darizandin kujerê Dener polîs Klaûs T. bû û ev lêpirsîn çû heta mudurê emniyetê yê Hessenê. Di doza heta Gulana 2013'an dewam kir de dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Chrîstoph Schaefer ku weke şahid peyivî ji bo Kalûs T got, "Ew zavayê hevalekî min ê nêz bû, ez xwedî li wî derketim û ji bo rehet bike min ew ji Hannoverê anî Frankfûrtê."

GULNAZ BAGISTANÎ: Di havîna 1995'an de bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gelek navendên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê destpê kirin. Li meydana Kudamm a li navenda bajarê Berlînê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 8. de rastî êrîşa polîsan hat. Çalakgerên rastî lêdana polîsan hatin, bi armanca şermezarkirina vê helwesta polîsan di germa Tîrmehê de ber bi komeleya Kurd ve 8 kîlometre meşiyan.

Dayika 5 zarokan Gulnaz Bagistanî ya ji bajarê Derkar ê Başûrê Kurdistanê, ku hingî di nava çalakgeran de bû û rastî dijwariya polîsan hat, di 27'ê Tîrmeha 1995'an de jiyana xwe ji dest da. Tevî tedbîrên tund ên polîsan jî, merasîma cenaze bi beşdariya nêzî 20 hezar mirovan pêk hat.

SEYFETTÎN KALAN: Ciwanê Kurd Seyfettîn Kalan ê 21 salî, di 3'ê Îlona 1995'an de li bajarê Neumunsterê di encama êrîşa komeke faşîstên Tirk de jiyana xwe ji dest da. Di heman rojan de nîjadperestan li gelemperiya Elmanyayê ji bêdengiya polîsan sûd wergirtin û dest bi pêla lînc û êrîşan kirin. Li Ûlm, Bîelefeld û Mulheîmê kargehên Kurdan hatin şewitandin. Nîjadperestê ku Kalan qetil kir û du ciwan jî birîndar kir, bi tenê ji ber 'bêdestûr çek hilgirtiye' ceza xwar û piştî demekê serbest hat berdan.

ESER ALTINOK: Eser Altinok ê kurê malbateke Çewlikî ku li Berlînê mezin bû, di nava salên 1990 de beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Lê belê sûcên ku berê derketibû pêşiya wî, ji aliyê polîsan ve weke şantaj hatin bikaranîn û hat girtin. Altinok ê 21 salî ku sîxurî li ser dihat fezkirin, der heqê hevalên xwe yên têkoşînê de agahî da polîsan. Lê belê polîsan dest ji wî ne berdidan, vê carê zext lê dikir ku di dozên li dijî PKK'ê de şahidiyê bike.

Eser Altinok di rojên destpêkê yên sala 1998'an de ji bo dawî li jiyana xwe bîne benzîn vexwar û li nexweşxaneya leşkerî ya Koblenzê ku dihat dermankirin, di 5'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Altinok di nameya li dû xwe hişt de ev tişt digot; "Ez ti carî hêjayî PKK'ê nebûm. Ez ne kesekî, çînekê bişewitînim, dema emperayalîzma nava xwe dişewitînim, ez dixwazim hundirê xwe bikin xwelî. Eger ez benzînê vexwim û biherikînim nava xwe, hingî ezê dilê xwe jî bişewitînim."

BARZAN OZTURK (MÛRAT): Aktîvîstê Kurd Barzan Ozturk (Mûrat) ku di Tebaxa 1998'an de li sînorê Holandayê hat binçavkirin, ew birin girtîgeha Stamheîm a Elmanya ku girtîgeha xwedî tedbîrên herî giran e. Ozturk ê 8 meh ceza lê hat birîn, dûre biryar hat dayîn were berdan. Lê belê dema serlêdana penaberiyê kir, bi hinceta ku agahiyên şaş dane, mafê wî yê rûniştinê hat betalkirin. Barzan Ozturk şandin girtîgeha dersînorkirinê ya li Stûttgartê û di 1'ê Mijdara 1998'an de bi armanca şermezarkirina polîtîkaya Elmanya ya li hemberî Kurdan û protestokirina komploya 9'ê Cotmehê bedena xwe da ber agir.

Ozturk ê ji sedî 80'ê bedena wî şewitî li nexweşxaneya leşkerî ya li Koblenzê di 4'ê Çileya 1999'an de jiyana xwe ji dest da. Barzan Ozturk ê 23 salî, li Agiriyê li ber gora Sema Yuce ku xizma wî ye û di Newroza heman salê de di 21'ê Adara 1998'an de li girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.

KOMKUKJIYA 15'Ê SIBATÊ YA LI BERLÎNÊ: Bi armanca şermezarkirina revandin û radestkirina Ocalan bo Tirkiyê, di 17'ê Sibata 1999'an de komeke girseyî ber bi Konsolosiya Îsraîlê ya li Berlînê meşiyan, lê di encama gulereşandina ji konsolosê de Sema Alp, Ahmet Acar û Mûstafa Kûrt li cihê bûyerê, Sînan Karakûş (Serhat) jî piştî 10 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dna. Di êrîşê de 13 Kurd jî birîndar bûn.

DI DOSYAYÊ DE NOTÊN LÊZÊDEKIRÎ Û REWŞA DAWÎ:

- Dûran Kalkan ê di sala 1988'an de li ser sînorê Fransayê hat binçavkirin û piştre di doza li Dusseldorfê de hat darizandin, di Adara 1994'an de hat berdan. Kalkan ku niha Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê ye mijara "ragirtina demî" ya 5 sal û 11 mehan û xwendina nivîsên wî yên bi parêzeran re bir ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME di Tîrmeha 2001'e de biryara xwe aşkera kir û Elmanya mehkûm kir. Lê belê Kalkan cezayê pere yê ku diviyabû Elmanya bida, qebûl nekir.

- Di sala 2001'ê de kampanya îmzeyan a "Ez jî PKK'yî me" ku li Kurdistanê û Ewropayê hat lidarxistin, li Elmanyayê rastî pêwendiyeke mezin hat. Îmzeyên li Elmanyayê hatin komkirin pêşkêşî meclîsên federal û eyaletê hatin kirin. Lê belê Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal bi hinceta "PKK ji bo ewlekariya navxweyî ya welat xeterî ye" îmze red kir. Her wiha bi sedan kesên îmze avêtin hatin lêpirsîn, girtin, ceza li wan hat birîn, astengî derxistin pêşiya mafê welatîbûn û dirêjkirina mafê rûniştinê.

- Di 15'ê Cotmeha 2012'an de Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal a Elman daxwazên kampanya "Bila nasnameya Kurd bê naskirin" guhdarî kir. Organîzatorê kampanyayê YEK-KOM bi 60 hezar îmzeyan re serî li meclîsê da û daxwazên Kurdan ên ji 12 madeyan xist rojeva meclîsê. Yek ji van daxwazan jî rakirina qedexeya PKK'ê bû. Tevî ku di ser re zêdeyî saleke derbas bûye jî hînê bersiveke fermî ji kampanyayê re nehatiye dayîn.

- Di Gulana 2013'an de Partiya Çep a qedexekirina PKK'ê ji hikûmeta federal pirsî ev bersiv wergirt: "Hikûmeta Federal, bi baldariyeke mezin hevdîtinên navbera rayedarên hikûmeta Tirk û nûnerên PKK'ê dişopîne. Bi dîtina me, hevdîtin û muzakereyên heyî têrê nake ku bandorê li lîsteya rêxistinên terorîst a Yekitiya Ewropa û guhertina qedexekirina li Elmanyayê bike. Ji ber vê yekê em PKK'ê mîna berê dinirxînin."

- Kovara nûçeyan Focus di Hezîrana 2013'an raygihand heyetek ji Wezareta Karên Hundir a bi serokatiya yek ji payebilindan Hans-Georg Engelke bi armanca hevdîtin û nirxandina qedexekirina PKK'ê çûye Enqereyê. Li gorî nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên hikûmetê, di nava heyetê de rayedarên saziya îstîxbarata navxweyî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û Daîreya Sûc a Federal (BKA) jî hene. Wezareta Karên Hundir ev ger înkar kir.

- Di 20 saliya qedexekirina PKK'ê de saziyên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan ên Elman û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di 16'ê Mijdara 2013'an de li Berlînê xwepêşandanek lidar xistin. Bi hezaran kesên beşdarî meş û mîtînga "Tatort Kurdistan" a bi dirûşma "Bila destek ji pêvajoya aştiyê re bê dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" xwestin qedexe were rakirin. Ev daxwaza ku di xwepêşandanê de hat zimên, hînê ji aliyê meqamên Elman ve bersiv jê re nehatiye dayîn.

Çavkanî; 

- ANF, rojnameyên Ozgur Polîtîka, Yenî Ozgur Polîtîka û Berxwedan

- Raporên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ên navbera salên 1993-2013

- Pirtûka "20 Jahre PKK-Verbot" (Qedexeya PKK'ê ya 20 salan) a Buroya Hiqûqê y Azadî

- "PKK", Nîkolaûs Braûns û Brîgette Kîechle, Weşanxaneya Schmîtterlîng, 2010