Polîsan li Qoserê êrîşî çalakiya Kobanê kirin

Polîsan li Qoserê êrîşî çalakiya Kobanê kirin

Polîsên Tirk li navçeya Qosera Mêrdînê, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî meşa bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hate lidarxistin, kirin.

Li navçeya Qosera Mêrdînê, bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bi pêşengiya DBP’ya navçeyê meşek hate lidarxistin. Tevî Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî, gelek kes beşdarî meşê bûn.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya navçeyê Kemal Ece li vir axaftinek kir û diyar kir ku DYA’yê helwesta tê xwestin nîşanî DAIŞ’ê nedaye. Piştî daxuyanî hate dayin, polîsan xwest girse belav bibe. Ji ber vê jî rageşî rû dan. Piştre polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Ciwanan jî bi kevir, fîşengên hewayî û molotofan bersiv da êrîşa polîsan. Ji ber pevçûnan esnafan dikanên xwe girtin û pevçûnan li kolanan berdewam kir.