Polîsan li Amedê ciwanek birîndar kirin
Polîsan li Amedê ciwanek birîndar kirin
Polîsan li Amedê ciwanek birîndar kirin
Di saetên êvarê de li navçeya Sûra Amedê polîs êrîş birin ser komek ciwanên ku xwestin salvegera damezrandina PKK'ê pîroz bikin. Di êrîşê de ciwanê bi navê Baran Îpek (20) bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû.
Li Semta Melîkahmet a navçeya Sûra Amedê di saetên êvarê de komek ciwanên ku xwestin 36'emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de polîsan çek jî bikar anîn û ciwanê bi navê Baran Îpek (20) bi giranî birîndar kirin. Îpek ji zik û çîma xwe birîndar bû. Piştî bûyerê ji bo dermankirinê Îpek rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşar.