Polîsan dor li Serêkaniyê girtin

Polîsan dor li Serêkaniyê girtin

Beriya meşa BDP û KCD'ê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û şermezarkirina komkujiyên sivîlan, polîsên Tirk dor li Serêkaniya ser xetê girtin.

Beriya meşa BDP û KCD'ê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û şermezarkirina komkujiyên sivîlan, ku wê saet di 17.00'an de bê lidarxistin, polîsên Tirk dor li Serêkaniya ser xetê girtin. Polîsên ku qedexeya Walîtiyê sedem nîşan didin, li herêma Kepezê hemû wesaîtan disekinînin û kontrolê dikin.

Li rêgeha meşê jî hejmareke zêde maşînên zirxî yên bi navê TOMA û akrep hatine bicihkirin. Her weha ji rojnamevanên ku dixwazin dîmenên herêmê bikşînin, bi hinceta qerta zer a çapemeniyê tineye, destûr nayê dayîn.