PKK: Bila hemû kes bi xeta Zîlanê tevlî pêvajoyê bibin

PKK: Bila hemû kes bi xeta Zîlanê tevlî pêvajoyê bibin

Komîteya Rêvebir a PKK’ê di 17’emîn salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) bibîr anî û destnîşan kir ku gelê Kurd di encama ked û bedelên gelekî mezin de gihîştiye pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad û diyar kir ku Zeynep Kinaci sembola vê xetê ye. Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li hemû kesî kir ku di xeta Zîlan de bêyî ku hesaban bikin, tevlî pêvajoya rizgariya demokratîk bibin, li meydanan azadî û demokrasiyê biqîrin. 

Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi boneya 17’emîn salvegera şehada gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd li Dêrsimê li dijî leşkerên Tirk çalakiya întixarî pêk anîbû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Zîlan û bi minasebeta salvegera îdamkirina wan de Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin birînanîn û wiha hate gotin: “Di pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de, em rêheval Zîlan di 17’mîn salvegera çalakiya wê ku bi hêza wate û jiyanê ya ku enerjiya mirovan derxistiye holê pêk anî bû, bibîr tînin. Dîsa em Şêx Seîd ku piştî avakirina komara ji aliyê herdu gelan ve xerca wê hatibû çêkirin, li dijî zîhniyeta înkar û redkirina gelê kurd ê rastî neheqiyên mezin hat, berxwedana yekemîn nîşan da û di 29’ê Hezîna 1925’an de bi 46 hevalên xwere hatin darvekirin, bibîr tînin.”

30 HEZÎRAN YEK JI XELEKÊN JIYAN Û TEKOŞÎNA KURDAN E’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 30’ê Hezîranê bûye yek ji xelekên herî saxlem ên xeta jiyan û têkoşîna gelê kurd, jinên kurd, rewşengeriya hişmendiyê û zincîra nifşê jinê û wiha hat domandin: “Li hemberî polîtîkayên dijmin ên ku kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê înkar û tune dike, Rêheval Zîlan hêza jiyana bi wate veguherand teqînekê û nîşan daye ka girêdana bi azadiyê divê çawa be, lewre di têkoşina azadiyê de bûye duryanek. Komployên kûr ên ku wan salan de li ser Serokatî û tevgera me dihatin meşandin destpêkê rêheval Zîlan ferq kirin û bi taktîka dîrokî bi çalakiya yekemîn bersiv da. Rêheval Zîlan bi sekna xwe ya bijarte wê hertim di têkoşîna azadiyê de bê bibîranîn.”

‘ZÎLAN LÊGERÎNA HEQÎQETÊ YE’

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Zîlan bi gotinên xwe yên wekî, “Xweziya ji canê me wêdetir tiştek hebûya ku me bidaya. We bi jiyana xwe miletek jinûve afirand” li hemberî heqîqeta ku miletekî li ber tunebûnê rakiriye serhildanê û ber bi pêvajoya çareseriyê ve biriye, lêgerîna bi hêz a heqîqetê nîşan daye û ev tişt hatin gotin: “Ev sekin di heman demê de li hemberî rêhevaltiyên “kêm û nîvçe mane” girêdana bi bingeh, heqîqet û rasteqîniya di xeta rêbertiyê bi çembera agir re bûye yek e. Em di vê bingehê de rêheval Zîlan careke din bi rêzdarî bibîr tînin. Rastiya Zîlan di vê wateyê de tenê xeta serkeftina têkoşînê nîn e, kesayeta serketinê ya jiyanê jî teqez di manîfestoya Zîlan de  wate girtiye. Em dibêjin ku ji niha û pê de wê jiyan dibin vê manîfesto û sundê wateya xwe bibîne. Xeta Zîlan nasnameya hemû jiyan a îrade, têkoşîn, birêxistinkirin, xwe afirandin, afirandina civakê û azadbûnê ye. Rastiya Bîrdoziya Rizgariya Jinê ya bi têkoşînê hatiye çêkin û armanca wê ye. Xeta Zîlan qasî ku ji bo jinan, ji bo zilaman jî pîvanên dikare bêne qebûlkirin bi awayekî zelal diyar kirine. Mertebeya herî jor a têkoşîna azadiyê û jina ku bi rastiya Rêber Apo bihêz bûye temsîliya Zîlan e.”

‘BILA GELÊ ME LI MEYDANA AZADIYÊ BIQÎRE’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama kedeke gelekî mezin pêvajoyek nû daye destpêkirin û ev gotin hatin rêzkirin: “Rêber Apo li Îmraliyê bi salan e di encama hilberîna ramanî û berxwedanê de pêngav bi pêngav  pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk da destpêkirin û ev yek di Newroza 2013’an de li meydana Amedê ji hemû mirovahiya Kurdistan û cîhanê re aşkera kir. Di vir de tişta diyarker ew e ku gelê me bi berpirsyariyek mezin xwedî li vê pêvajoyê derkeve û rola xwe bicîh bîne. Ji ber vê yekê di serî de Kurdistana Bakûr û Başûr, divê hemû gelê me yê li hundir û derveyî welat di pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de li her derê bi çalakiyên girseyî azadî û demokrasiyê biqîrin û bi vî rengî li dora pêvajoyê dîwarekî îradeyê yêk ku tu kes nikare di ser de biçe ava bike. Ev berpirsyariyek dîrokî ye. Ji ber ku ev pêvajo ji bo têkoşîna rizgarî û azadiya kurdan duryanek dîrokî ye. Pêvajoya aştî, biratî û çareseriya demokratîk, di vê wateyê de pêvajoya dîrokî ku azadiya Rêber Apo tê pêkanîn û dest bi avakirina rizgariya demokratîk hatiye kirin e. Ji ber vê yekê divê gelê me bi awayekî bihêz xwedî li vê pêvajoyê derkeve, li hemberî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin berpirsyariyên xwe bicîh bîne.”

BANGA TEVLÎBÛNA PÊVAJOYÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku miletekî  bi sedan salan hatiye înkarkirin û di komkujiyan de hatiye derbaskirin, bi têkoşînek bêhempa, bi canê hejaran gerîlayan, bi 20 hezar welatparêzên hatine qetilkirin hatiye pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad û ev bang hate kirin: “Di vê têkoşînê de bi hezaran gund hatin şewitandin, bi milyonan mirov ji cihên xwe hatin sirgunkirin, kedeke gelekî mezin a kedkaran çêbû. Di serê herî jor ê vê kedê de jî ked, can û xwîna Zîlanan heye. Di demeke wiha dîrokî de, em bang li hemû kesî dikin ku zanibin evqas ked, can û xwîn vala neçûye û di vê dema dîrokî de bê hesap û berjewendiyan di xeta Zîlan ku sembola terzê fedaî ye tevlî pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad bibin.”