Piştperdeya êrîşên li hemberî Efrînê û rola Tirkiyeyê
Piştperdeya êrîşên li hemberî Efrînê û rola Tirkiyeyê
Piştperdeya êrîşên li hemberî Efrînê û rola Tirkiyeyê
Êrîşa di 25’ê Gulanê de li hemberî Efrînê pêk hat, her çiqas bi hinek aliyê xwe derketibin holê jî, di rojên dawî derdikeve holê ku planên gelek cuda hene. Dîsa şîroveyên ku Tirkiyeyê ev plankiriye jî hinek zelaltir dibin.
Komeke, ku serkêşiya wê du kesên navdar yê ji artêşa Sûriyeyê veqetiyan û tevli hêzên muxalefetê bûn Tuggeneral Mustafa Şêx û astronotê yekemîn yê Sûriyeyê Muhammed Faris dike, ji bo şoreşa Sûriyeyê ji bin kontrola komên Îslamî yên radîkal derbixe, tevgereke bi navê tevgera zanistî da destpêkirin. Ev hewlan bê guman ji aliyê DYA, Rusya û hêzên navnetewî ve hatiye plankirin. Vê komê civîna xwe ya destpêkê di meha Adarê de li Idlipê pêk anî di civîna duyemîn û sêyemîn de jî biryara kongreyê girtin. Mustafa Şêx bi hinek nûnerên YPG’ê re hevdîtin pêk anî. Ji berk u rola kurdan a di şoreşga Sûriyeyê de pir baş dîtibû. Fêm kiribûn ku ancax dê kurd wan ji vê taritiyê derbixin.
Ji ber vê jî civîna duyemî di 27’ê Adarê de bi tevlibûna Raka, Idlîp, Hama, Humus Halep û derdora wê, ji Hasekê û Latkiyê nêzî 200 endamên meclisa leşkeri ya OSO û ji nûnerên YPG’ê jî Abdo Çilo û Mahîr Botan tevli bûn. Civîn ji aliyê Mustafa Şêx, serokê dadgeha Şerîata Anedan Şeyh Yusuf û serokê dadgeha Şerîata giştî, serokê Dadgeha Bilind yê berê yê Şamê Huseyîn Hanedî hat meşandin. Civîn bi xwendina belgeyên li Idlîpê hatinbûn amadekirin, dest pê kir. Biryarên di civîna berê de hatibûn girtin, ji bo şoreşa Sûriyeyê nokteyên girîng dihundirand.
Beriya xwendina Belgeyan Mustafa Şêx axaftinek kurt kir. Şêx da zanîn ku OSO ji aliyê hêzên navnetewî ve wek diz û şebekeya kuştinan tê zanîn, tu prestîj û cidiyeta wan nemeya û got komên Îslamî yên radîkal ji şoreşa Sûriyeyê re bûne bela û ji bo ku ji wan xwe paqij bikin di civîna Idlîpê de iryarên girîng girtine. Pişt re M. Şêx biryarên di civîna di de girtibûn xwend û nîqaş hatin meşandin. Cephet El Narsa û Lîvra Tevhît û hineke nûnerên komên biçûk yên Îslamî yên radîkal jî muxalefet kirin. Bi taybet hat gotin ku Komên Îslamî yên radîkal ji şoreşa Sûriyeyê re bûne bela û ji bo ku bandora van bê şikandin bûn muxalefete. Lê muxalefeta wan têrî guhertina encaman nekir.
DU BIRYARÊN GIRÎN GYÊN CIVÎNÊ DE HATIN GIRTIN
Mustafa Şêx dixwest di civînê de du biryarên girîng derxe. Ya yekemîn avakirina komîteyeke Fermandariya Tevgerê bû. Di civînê biryara avakirina du komîteyan hat grtin. Lê bi vê biryarê re di nokteyên din de jî lihevkirin çêbû. Di serê biryarê hatine girtin de çi dibe bila bibe kesên di şer de dîl tên girtin divê muameleya xerab li wan neyê kirin. Ya duyemîn jî bêyî agahiya komîteya têkiliyên derve tu kom ji hêzê navnetewî pere, çek û alîkariyek din nagire. Yên ku bigirin jî dê wek sîxurên wî welatî bê dîtin û dê ji yekineyê bê avêtin.
Ev hewldan di vê demê de ji Sûriye û Rojava, di serî de DYA û Rûsya hemû hêzên navnetewî ji bo ku Şoreşa Sûriyeyê ji bin kontrola komên Îslamî ya Radîkal der bixidin Û hîmê artêşa Sûriyeyê ya pêşerojê bavêje, wek mudaxaleyekê hatibû nirxandin. Her wiha di heman civînê de Selîm Îdrîs hat nîqaşkirin. Endamên Meclisa Leşkerî ya Anedan Ebul Xeyr û Muhammed Abdurrahman bi israr got çima Selîm Îdrîs ne di cînê de ye.
Hinek nûneran jî got hebûna wî di vê civînê de ne hewceye. Selîm Îdrîs di wê demê de rojên zehmet dijiya. Lê di civîna ku hikûmeta Gasan Gîto ya ku ji aliyê DYA’yê ve hatibû îlankirin û nehat qebûlkirin de cih girt. Û bi soza ku li dijî komên Îslamî têbikoşe jî ligel ku piştgiriyeke mezin girt jî pêşveçûneke cidî pêk neanî û stêrka wî mir. Ji ber vê jî hinek aliyê Sûriyeyê û yên Rojava civîn û kongreyê pêkaanîn wek mudaxaleya li Selîm Îdrîs dinirxandin.
Piştî nîqaşên tund biryara avakirina komîteya Têkiliyên Derve û Komîteya Tevgera Leşkerî hat girtin. Komîteya Tevgera leşkerî ji 13 kesî pêk dihat û ya têkiliyên derve jî 7. Di dengdane bo komîteya leşkerî de ji rêveberiya YPG’ê Abdo Çîlo û Mahîr Botan hatin hilbijartin. Di vê komîteyê de zêdetir kesên hakîmiyeta wan ya leşkerî heye cih girt. Di komîteya têkiliyên derve jî kesên ji qada ol, siyasî û darazê cih girtin.Mustafa Şêx ji bo serokatiya Tevgera Komîteya Leşkerî Muhammed Fasî pêşniyar kir. Hinek delegeyan ji bo Komîteya Karê Derve Mustafa Şêx pêşniyar kir. Mustafa Şêx bi dengdanê bû serokê komîteyê. Hilbijartina serokatiya Muhammed Farist jî dê di civîna li Atme pêk were, pêk tê.
Ji koma Mîşal Temo jî Abdulazîz Temo tevli civînê bibû. Lê ji ber ku YPG’ê kurd temsîl dikirin, tenê wek nûnerekê li ser navê OSO yê Hasekê tevli bû. Di civînê de got; karê min li Stenbolê heye divê ez biçim’ û li ser vê yekê hinek nûner li dijî vê derketin û got: “Dê niha biçe der barê civîna me de agahiyan bide.” Lê Mustafa Şêx got bila biçe, bila agahiyan bide, lê agahiyên em jî bidin hene û destûr da çûyîna wî. Di civînê de bê navber got hinek welat dixwazin alîkariya çek û pereyan bidin me lê alîkariyên tên kirin ji kê re diçe em dixwzin bizanin.
Civîna sêyemîn li Atme hat kirin. Di meha Nîsanê de li Atme civîn pêk hat û Muhammed Faris wek serokê Komîteya Fermandariya Tevgerê hat hilbijartin. Cigirekî wî Endamê Konseya Leşkerî ya YPG’ê Mahîr Botan hat hilbijartin. Piştî ku Tirkiyeyê dît YPG di nava vî karî de di serî de Selahattîn Bedrettîn û gelek hevkarên kurd ji nûve ketin tevgerê. Ji berk u ji serî de qezencên Rojava yên kurdan nehatin qebûlkirin.
ROJA ÊRÎŞ DESTPÊ KIR, DÊ LI EFRÎNÊ KONGRE PÊK BIHATA
Piştî civîna Atme dê Mustafa Şêx û Muhammed Faris biçûna kongreyê. Kongre jî dê li Efrînê pêk bihata. Lê hinek komên tê gotin girêdayê OSO’yê de dest bi êrîşan kirin. Selîm Îdrîsê heta êrîş destpê nekiribû, xuya nedikir, di roja duyemîn de li Azazê bi senatorê DYA’yê McCaîn re hevdîtin kir. Fermandarê giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo diyar kiribû ku Selîm Îdrîs li Tirkiyeyê bi Selahattîn Bedrettîn re bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiriye û li ser êrîşên li Efrîn û Rojava plan kirine. Selahattîn Bedrettîn bi komên Mîşal Temo re jibo hêzeke nû ava bike bi rayedarên tirk re hevdîtin kir.
Piştî plan ket meriyetê şûnde hevdtîna Selîm Îdrîs ya bi muxalefeta Azaz re nîşan dide ku ev êrîş bi pêşengiya DYA û koordînatoriya Tirkiyeyê de tê meşandin.
Dema êrîşan destpê kir kongre hat astengkirin. Lê kongre tenê bi vê asteng nebû. Nîşan da ku Tirkiye ji serî de di nava vî karî de ye û giraniya xwe ya ku mudaxaleyê vê avabûnê bike derxist holê. Di wan rojên ku di navbera YPG û hêzên êrîşê Efrînê kirin de lihevkirinek çêbû, ji bo ev Kongre li Idlîpê pêk hat jî, di komên ku êrîş li Tirkiyeyê pêk anîn de hat aşkera kirin Mustafa Şêx jî cih girtiye, kurahiya mudaxaleya Tirkiyeyê nîşan dide.
Her çiqas navê gelek kom û kesan di bin êrîşa Efrînê de derba bibin jî serê vê êrîşê komên Lîva Tevhît û Devl û Îslamî kişand. Di esasa xwe de heta çend mehên berê komeke bi navê Devl ul Îslamiyê tunebû. Ev kom pir dem şûnde derket holê. Yanî wisa xuyaye ku Cephet El Nusra xwe ji nûve ava dike û nav li xwe dike. Wekê her demê careke din di êrîş ali hemberî kurdan de serkêşî kir. Bi vî navê xwe yên nû careke din nîşan de ku ji bo êrîşên li hemberî kurdan ji Tirkiyeyê talîmatan digire. Lê hê jî dest ji navê xwe yê berê bernade.”