Meşa avhewayê ya cîhanê ku wê di 29'ê Mijdarê de li Parîsê bê lidarxistin, piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê di nava rewşeke nediyar de ye. Rayedaran li ser aqûbeta meşê hînê biryar nedane.
Tê payîn ku bi hezaran, bi deh hezaran mirov beşdarî meşê bibin. Lê belê ji ber hinceta ewlekariyê, aqûbeta wê nediyar e.
Meşa avhewayê ya cîhanê, ku ji bo 29'ê Mijdarê beriya destpêkirina konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî tê plankirin bê lidarxistin, dibe ku betal bibe.
Di 19'ê Mijdarê de hikûmet wê di civîna ji aliyê însiyatîfên cemawerî û taybet ve bê lidarxistin de biryarê bide ku meş were lidarxistin an na. Heman rojê, Koalîsyona Avhewayê 21 a ku ji 130 rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û komeleyan pêk tên, wê pêşniyarên xwe yên li ser bernameya konferansê aşkera bikin.
Lê belê piraniya mirov dixwazin meşa ji Meydana Repûblîquê destpê bike û li Natîon bi dawî bibe bê betalkirin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûren Fabûîs bi nûnerên 15 rêxistinên civakî yên sivîl re rûnişt û da anîn ku girîng e şêweyê çalakiyê ji nû ve bê nirxandin û bi giranî çalakiyên li cihên girtî werin destekkirin.
Wezîra Ekolojiyê Segolene Royal jî diyar kir, ku divê şêweyê çalakiyê ji nû ve bê nirxandin, lê belê rêxistinbûyîna civakê ji her tiştî girîngtir e.