Piştî bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê 21 xwendekar tevlî gerîlayan bûn

Piştî bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê 21 xwendekar tevlî gerîlayan bûn

Piştî bûyerên li Zanîngeha Dîcle ya Amedê di encama êrîşa komên nêzî Hizbullahê bi çavdêriya polîsan êrîşê xwendekarên welatparêz kirin, dest pê kirin, 21 xwendekarên zanîngehê tevlî nava refên gerîlayan bûn.

Ji xwendekarên ku tevlî refên HPG’ê bûn 11 jê ji Zanîngeha Dîcleyê û 10 xwendekarên din jî ji zanîngehên cûda hatin û li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Ciwanan da zanîn ku ew weke 21 xwendekarên zanîngehê tevlî nava refên HPG’ê dibin û bal kişandin ku li gel pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, zextên li ser wan berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel pêvajoya aşitiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, provakasyon, binçavkirin û girtin berdewam dikin û bi zanebûn bûyerên diqewimin nayên ronîkirin. Dîsa gelek ciwanên Kurd dikin hedef û bi awayeke hovane tên qetilkirin. Ciwanên Kurd Şahîn Oner, Murat Îzol û herî dawî jî Muhammet Ogke di demek de ku aşitî dihat gotûbêjkirin  hatin qetilkirin. Ev êrîşên li ser gelê Kurd pêk tên, bi armanca ku gelê Kurd bê parastin bihêlin, ji aliyê hêzên dagirker ve tên kirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ku xwendekar dê li hemberî êrîşan di nava refên gerîlayan de têkoşîna xwe bidomînin.