Pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejima Sûrî de didomin

Pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejima Sûrî de didomin

Di pevçûn li gundê Ebû Qesab ên di navbera çekdarên Artêşa Azad û rejimê de, 13 alîgirên rejimê birîndar bûn. Hate ragihandin ku, birîndarên rejimê rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

Şeva din li Gundê Ebû Qesab a girêdayî bajaroka Til Hemîs yê 30 km nêzî bajarê Qamişlo ye, pevçûn di nav ber hêzên rejîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de rû dan. Hêzên rêjîmê çekdarên rû girtî ên alîgirên xwe ku binavê “El-Ceyş El-Wetenî” tên zanîn bi van pevçûnan de bikar anîn. Di encama pevçûnan de 13 ji alîgirên rêjîmê birîndar bûn û hate zanîn ku birîndar rakirin nexweşxaneya Wetenî ya Qamişlo.

Navê birîndaran evin: Ehmed Hesen Ebdela, Mutena Keran, Xidir Îsa, Basil Elebdela, Ebdilrehî Elebdela, Ebdulfetah, Menaf Mixêdir, Mutena Seydî, Edhem Xidir û Îzet Seydî hate hînbûn.

Hêzên rejîma Baas ji duh ve gundê Ebû Qesab ku ji aliyê Artêşa Azad hatebû dorpêçkirin topbaran dike.