Pêşengê karkeran Joe Hîll di salvegera 100. a mirina xwe de tê bîranîn

Beriya niha bi 100 salan, di 19'ê Mijdara 1915'an de pêşnegê karkeran û muzîsyen Joe Hîll li Girtîgeha Salt Like Cîty ya DYA hat gulereşandin û qetilkirin.

Beriya niha bi 100 salan, di 19'ê Mijdara 1915'an de pêşnegê karkeran û muzîsyen Joe Hîll li Girtîgeha Salt Like Cîty ya DYA hat gulereşandin û qetilkirin.

Joel Emanûel Hagglûnd ê di sala 1879'an de li bajarê Gavle yê Swêdê ji dayik bû, di dawiya salên 1800 û destpêka salên 1900 de bi hêviya jiyaneke baştir bû yek ji 1.5 mîlyon Swêdiyên koçî DYA kir. Joel Emanûel Hagglûnd ku yek ji 8 zarokên karkerekî rêyên hesinî bû, di sala 1902'an de bi kekê xwe Paûl re li Ellîs Îsland a li derveyî New Yorkê bi cih bû. Navê Joseph Hîllstroem li vir li xwe kir. Li restorantan garsonî kir, pînaîstî kir û bi Federasyona Karkerên Pîşesazî ya Cîhanê (IWW) re têkilî danî.

Hîll beşdarî 'Kampanyayên Axaftina Azad' ên IWW bû û ji grevan re pêşengî kir. Di heman demê de ji bo sendîka û karkeran stranên aştî û têkoşînê nivîsand û got.

Hîllstroem ket lîsteya reş a karsazan û di sala 1913'an de navê xwe bi Joe Hîll guherand û Ûtahê bi cih bû. Li ocaxeke madenê ya li nêzî Salt Like Cîty dest bi kar kir û karkerên li vê derê di sendîkayê de bi rêxistin kir. Di Çileya sala 1914'an de karsazek û kurê wî yên li Salt Like Cîty di dema şêlandineke çekdarî de hatin kuştin.

Di êvara ku cînayet lê hat kirin de Joe Hîll ji bo tedawîkirina bîreneke fîşekê ya li bedena xwe çû nexweşxaneyê. Li ser giliyê doktor hat binçavkrin. Bi şêlandin û kuştinê hat sûcdarkirin, girtin û li girtîgehê hat bicihkirin. Hîll di lêpirsînên li cem polîsan û li pêşberî dadgehê de sûcdarî red kir.

Tevî hemû hewldanan jî cezayê mirinê li Hîll hat birîn. Ji bo efûkirina wî kampanya hatin meşandin, Serokê DYA yê wê demê Woodrow Wîlsson jî xwest bê efûkirin, lê belê di 19'ê Mijdara 1915'an de bi gulereşandinê hat înfazkirin.

'ŞÎNÊ NEGIRIN, XWE BI RÊXISTIN BIKIn'

Hîll beriya bê înfazkirin wesiyetek nivîsand û ji hevalên xwe re got, "Şînê negirin, xwe bi rêxistin bikin." Vê wesiyeta Hîll deng veda û salek piştî mirina Hîll endamên IWW bi du qatan zêde bû.

Di 25'ê Mijdarê de li kolanên Chîcago 30 hezar karkeran stranên Hîll gotin û hevrêyê xwe bi rê kirin. Piştî rojekê jî cenazeyê wî hat şewitandin, xweliya wî li 600 zerfan hat bicihkirin û di kongreya IWW ya destpêka sala 1916'an de li 600 karkerên delege hat belavkirin û ji wan hat xwestin ku di 1'ê Gulana 1916'an de li parzemînên lê dimînin, xweliya wî li ber bê bikin. Bi vî rengî xweliya Hîll li hemû parzemînan hat belavkirin.

Stranên ji aliyê Hîll ve hatin nivîsandin û gotin, di grev û xwepêşandanan de hatin gotin, gotinên wî bûn nivîsa afîş û pankartan.

SENDÎKA Û ŞOREŞGER XWEDÎ LI HÎLL Û TÊKOŞÎNA WÎ DERDIKEVIN

Ji sala 1970 û vir ve sendîka û şoreşgerên li Swêdê xwedî li Hîll û têkoşîna wî derdikevin. Di salvegera 100. a mirina wî de jî wê li gelek bajarên Swêdê panel, konferans û fîlmên li ser jiyan, têkoşîn û hunera Hîll bên lidarxistin.

...