"Pêngava şerê şoreşger bi giyana fedayî bi ser ket"
"Pêngava şerê şoreşger bi giyana fedayî bi ser ket"
"Pêngava şerê şoreşger bi giyana fedayî bi ser ket"
Fermandara Konseya Leşkerî ya HPG'ê Leyla Amed pêngava şerê gel a şoreşger nirxand û diyar kir, ku bi giyana fedayî ya gerîla pêngava şerê gel a şoreşger bi ser ketiye. Gerîlayên di vê pêngavê de cih girtin destnîşan kirin, ku ewê heman biryardariya xwe di pêvajoya çareseriyê de jî bimeşînin.
Gerillayên HPG'ê yên Zapê, Pêngava Şerê Gel a Şorgeşger ji ajansa me re nirxandin. Fermandara Konseya Leşkerî ya HPG Leyla Amed, di serî de gerîlayên ku jiyana xwe di vê pêngavê de ji dest dane bibîranî û wiha got “Di vê pêngavê de gelek berdêl hatin dayîn û xwîn hate rijandin. Di asta qehremanî û fedayî de şerê gel ê şoreşgerî û tevgera şoreşgerî bi pêşve çû. Di serî de hevala Rojîn, hevalê Mehmed, hevalê Andok û Êrîş, hevala Jîn, hevala Ekîn, hevala Ezda û hemû hevalên şehîd yên di vê têkoşînê de xwîn rijandin, em li beramberî wan de bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşînê didin.”
Amed sedemê destpêkirina pêngava şerê gel şoreşger wiha vekir “di pêvajoyeke zor û zehmet de me dest bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî kir. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP ê li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û gerila dest bi şerekî tinekirine kiribûn. Li dijî Rêber Apo û gelê Kurd siyaseta xwe ya înkar û imhayê gelekî dijwar dane meşandin. Mîna hikûmetên berê got ezê van bi kuştinê tine bikim, bi vî awayî tecrîdeke gelekî giran li ser Rêber Apo didan meşandin, bersiv nedidan pêngavên Rêbertî yên di milê siyasî û demokratîk de. Li ser gelê Kurd zext dida meşandin, her çû "girtiyên KCKê" di zîndanê Tirkiyê de zêde dibûn û polîtîka xwe ya îmha û înkarê dewam dikir. Dijmin bi van êrîşên xwe ti rêyên siyasî û demokratîk nehiştibûn. Di heman demê de Emerîka û dewletên din jî destek dane êrîşên AKP'ê li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û gerîla. Li hemberî van êrîşan tevgerê biryara şerê gel ê şoreşger girt.”
Amed di nava gotûbêja xwe de dijwariya şerê sala 2011-2012'an şîrove kir û beşdariya HPG'ê û YJA STAR li nava pêngava şerê gel a şoreşger wiha anî ziman “pêvajoya sala 2011-2012'an pêvajoyeke gelekî dijwar bû. Şerekî pir dijwar di van her du salan de hate meşandin. HPG ê û YJA STAR bi pêngava van her du salan bersiv dane hikûmeta AKP'ê, hêzên ku piştgirî didane û dixwestin komploya xwe ya navnetewî bi encam bikin. Di şerê gel ê şoreşger de têkoşîneke xurt û qehremantiyeke mezin derkete holê. Di vê têkoşînê de gelek desketiyên rêxistinê çê bûn û hate isbatkirin ku ev tevger û Hêzên Parastina Gel bi vê teknîkê û bi van êrîşan tine nabin. 19'ê Pûşperê bi çalakiya Şitazan destpêkir, bi operasyona Şemzînan ya şoreşger dewam kir, çalakiyên mîna Rindikê pêşketin û ev pêngav li hemû qadên welêt hate meşandin. HPG ê û YJA STAR hebûna xwe careke din ji herkesî re dane nîşandan, bi sekna xwe û bi milîtantiya xwe komploya li ser Rêber APO vala derxistin. Di tektîk de guhertin hate çêkirin. Gerîla qad xistin destên xwe û rê nedan dijmin ku gav bavêjin. Hevalan li herêmên mîna Şemzînan, Oremar, Çelê û her wiha Elkê serweriya xwe dane avakirin. Ango gerîla bi giyana xwe ya fedayî û berxwedaniya xwe artêşa Tirk vala derxist. Dewleta Tirk bi artêşa xwe û bi teknîka xwe, xwe mezin dida nîşandan, digotin emê gerîla tine bikin û şerê taybet dida meşandin, lê belê gerîla bi tektîkên xwe û bi berxwedaniya xwe dijmin vala derxist. Gerîla bi têkoşîna xwe polîtîka dijmin a înkar û îmhayê pûç kir, di heman demê de hêz û moraleke mezin da gelê Kurd."
“SERKETINA PÊNGAVÊ BANGDOR LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIR"
Yek ji fermandara Konseya leşkerî ya HPG'ê Leyla Amed di hevpeyvîna xwe de diyar ku têkoşîna di sala 2012 an de hatî meşandin ji bo gerîla bû ezmûneke mezin û di heman demê de destketiyên ku gerîla bi destxistine bandora xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê kiriye, bi taybet jî bandor li ser parçeyê Rojavayê Kurdistanê kiriye û ev serketina wan bi keda gerîlaya Kurd Rojîn, Jîn, Andok Amed, Êrîş Gever, Ezda, Ekîn, Feraşîn, Mehmed, Rêwan, û hemû gerîlayên di pêngavê de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin.
Wekî din Amed anî ziman ku wan pratîka xwe ya sala 2011 û 2012'an lêpirsîn kirine û di gihaştina armancên xwe de kêm û kurtiyên xwe weha anî ziman “wekî hêzên HPG'ê û YJA STAR di hedefên me danîne pêşiya xwe de, em kêm man, li gorî me dixwest, çênebû. Lê belê di sala 2013'an de nîqaşê vê yekê gelekî çê bûn. Erkên me yên ku nîvco man, kêm û kurtiyên me yên hatin jiyîn û bûn sedemê mîna me dixwest me erkên xwe bi cî neanîn, gelekî hatin nirxandin. Weke HPG'ê û YJA STAR me xwe ji bo şerekî gelekî dijwar amade kiribû. Lêhûrbûneke mezin li ser pratîka sala 2011-2012'an hate kirin û di wê çarçoveyê de hêzên HPG ê û YJA STAR xwe li hemû qadan amadekiribûn. Lê belê Rêbertî pêngaveke rizgariya demokratîk avêt û got ji bo jiyaneke azad pêvajoyeke siyasî û demokratîk destpêkir. Piştî bangewaziya Rêber APO ya destpêkirina pêvajoya siyasî û demokratîk hêzên HPG ê û YJA STAR bê ku ti pirsgirêk derbixînin ev pêvajo hembêz kirin.”
Amed di dawiya gotinên xwe de nêzîkatiyên hikûmeta AKP ê ji pêvajoya nû re nirxand û wiha dewam kir “ev pêvajo ji bo hikûmeta AKP firseteke mezine û divê binirxîne û rast fêm bike. Di vê pêvajoyê de misyona ku ji HPG'ê û YJA STAR dihate xwestin pêkanîn. Di gava yekemîn de leşkerên Tirk ên ku dîlketibûn destê HPG'ê, hatin berdan. Di heman demê de gerîla dest bi meşa azadiyê ya demokratîk kirin û ji bakurê Kurdistanê vekişiyan. Lê belê AKP'ê pir zêde gavên xurt navêje, di nava amadekariyên leşkerî de ye, rêkan çê dike, qereqolan ava dike û hîna balafira keşfê û şer digerîne. Ger dewleta Tirk û AKP'ê gav navêjin, HPG'ê û YJA STAR di milê şer de ji her demê zêdetir amade ne. Em dixwazin dewleta Tirk vê bangewaziya Rêber APO rast fêm bike û li gorî wê tevbigere.”
Yek ji gerîlayên di vê pêngavê de cih girt Bahoz Cûdî destpêkirina pêngavê weha rave kir: “sala 2012'an me bi çalakiya Şitaza dest bi pêvajoyeke nû kir. Wateya çalakiya Şitaza ji bo tevgera me gelekî girîng e, ji ber vê pêvajoyê bingeha serketinê ava kir.” Cûdî di nava axaftinên xwe de behsa amadekariyên gerîla kir û got “ gerîla hem ji aliyê leşkerî hem jî ji milê bîrdozî ve xwe ji bo vê pêngavê amade kiribûn. Di çalakiya Şitaza ya yekem de ew biryara xwe ya serketina pêngavê dane nîşandan.”
Gerîlaya bi navê Ciwana Şahîn jî sedemê destpêkirina pêngava şerê gel ê şoreşgerî wiha bi lêvkir “ di wê pêvajoyê de êrîşa li ser Rêber APO gelekî dijwar bibû, tecrîd ji her demê zêdetir giran bibû, dijmin bi hemû teknîka xwe êrîşî gerîla dikir û wekî din kuştina ciwanên Kurd û girtina wan dewam dikir. Me ev êrîşên dijmin nepejirandin û me dest bi pêngava şerê gel ê şoreşger kir.”
Şahîn armanca destpêkirina pêngava şerê gel ê şoreşger wiha anî ziman “bi armancekî mezin me dest bi pêngava şerê gel a şoreşger kir. Di serî de azadkirina Rêber Apo û rizgarkirina gelê Kurd bû. Di heman demê de polîtîkayên dijmin ên înkar û îmhayê bi berxwedaniya xwe pûçkirin û komploya navnetewî vala derxistin bû.”
Rosel Amanos ya ku cijê xwe di pêngavê de girtibû di nava axaftinên xwe de bal kişand ser berxwedaniya gerila û wiha pêve çû “ ji çalakiya Şitazan a 19 ê Hezîranê, dest bi şerê gel a şoreşgerî kirin heyanî dawiyê gerila bi qehremantiyeke mezin li berxwe dida. Ne êrîşên dijmin, ne jî rewşên xwezayê bandor li ser hevalan dikir. Her hevalekê/î berî yê din dixwest cihê xwe di nava pêngavê de bigire. Ew giyana hevalan a fedayî hêzeke mezin dida mirov.” Amanos di nava axaftinên xwe de bal kişand ser çalakiya fedayî ya gerîlaya Kurd Jîn Rojhilat û diyar kir ku Jîn bi wê çalakiya xwe darbeyeke mezin li artêşa Tirk xist.
BI DESTPÊKIRINA PÊNGAVÊ RE GERÎLA TAKTÎKA XWE GUHERD
Gerilayê Kurd Rodî Roj mijara di pêngava şerê gel şoreşger de taktîk guhertina gerîla wiha nirxand “Ji bo darbeyên mezin li dijmin bixin, me taktîka xwe guhert. Taktîka operasyonên şoreşgerî li ser dijmin meşandin, wekî din berê gerîla lêdixist û direviya sala 2012'an şûna wê taktîka lê bixe û bimîne da meşandin."
Roj operasyonên şoreşgerî yên ku li Şemzînan, Oremar, Elkê û li cihê din hatin meşandin ji bo gelê Kurd û gerila erênî nirxand û diyar kir ku gerila di van operasyonan de berxwedaniyeke mezin kirin. Di encama vê pêngavê de hem gerila û hem gelê Kurd jî moralekî mezin girtin. Roj rolê çalakiya fedayî ya Jîn Rojhilat, Andok Amed û Êrîş Gever di pêngavê de nirxand û got “çalakiya hevala Jîn, Hevalê Êrîş û Andok bandorekî mezin li ser gel û gerîla kir. Hemû heval bi giyana wan bi ser dijmin de çûn û di encamê de jî ev pêngva bi serket.”
Hemû gerila di nava gotûbêja xwe de diyar kirin ku gerila piratîka xwe ya sala 2011 û 2012 an lêpirsîn kirin û xwe ji bo pêngaveke mezin amadekiribûn. Lê belê li ser bangewaziya Rêber gelê Kurd Abulah OCALAN destek didin pêvajoya siyasî û demokratîk ya nû destpêkiriye, û ji bo pêşvexistina vê pêvajoyê çi erkê ji wan tê xwestin wê bi cih bînin. Bi biryareke xurt dane zanîn ku ew hertim ji bo şer jî û ji bo pêvajoyeke siyasî û demokratîk jî amade ne.