PDKS: Rêveberiya Demî ya Rojava gavek pozîtîf e
PDKS: Rêveberiya Demî ya Rojava gavek pozîtîf e
PDKS: Rêveberiya Demî ya Rojava gavek pozîtîf e
Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PDKS) Nasredîn Îbrahîm ragihand ku partiya wan avakirina rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê gaveke pozîtîf dibîne û pesna wê dide.
Di hevpeyvînekê li gel Dengê Emerîka de Nasredîn Îbrahîm dibêje ku ew wek endamê Encumana Niştîmanî ya Kurd, hêvîdar e encumana niştimanî ya Kurd bi giştî tevlî rêveberiya demî bibe.
Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PDKS) Nasredîn Îbrahîm got: "Ev projeya Rêveberiya Demî projeyeke hevbeş a navbera her du encumenan (Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê – Encumena Niştimanî ya Kurd) de bû. Lê, heft nûnerên encumana niştimanî ya Kurdî ku bi vê rêveberiyê berpirs in, ji bo berjewendiyên xwe ev proje îmze nekirin."
Îbrahîm diyar dike ku eger encumen niştimanî ya Kurd (ENKS) biryara tevlîbûnê rêveberiya demî nede, hîngê ew wek Partiya Demokrat a Kurd wê beşdarî vê rêveberiyê bibin.