PÇDK’ê ji bo beşdarkirina hilbijartinê şert û mercên xwe diyarkirin
PÇDK’ê ji bo beşdarkirina hilbijartinê şert û mercên xwe diyarkirin
PÇDK’ê ji bo beşdarkirina hilbijartinê şert û mercên xwe diyarkirin
Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de hevserokên Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK)ê Diyar Xerîb û Necîbe Omer li devera Germiyan şert û mercên xwe yên tevlîbûna hilbijartinê aşkera kirin.
Hevserokên PÇDK’ê Necîbe Omer û Diyar Xerîb di derbarê hilbijartinan de ji bo endam û alîgirên xwe yên li Germiyanê çend tiştên girîng ragihandin. Her wiha li ser şert û mercên lîsteya PÇDK’ê ku ji bo deng bidin agahî dan.
Omer û Xerîb li navçeya Germiyan a Silêmaniyê civînek li darxistin û li ser mijarên beşdarî û amadekariyên PÇDK’ê ên di hilbijartinê de agahî dan. Hevserokan siyaseta partiya PÇDK’ê ji beşdarvanan re vegot.
Hevserokên PÇDK’ê Omer û Xerîb balkişandin ser girîngiya kesayetên berendam û dane diyarkirin ku, pêwîste xwedî paşerojekî paqij, bibiryar û hestên netewî bin.
Di civînê de Necîbe Omer guhertinên zagonî ku di hilbijartinan de erênîne, diyarkir ku mafê azadî zêdetir ji bo dengdêr tê dayîn. Di heman demê de jî rexne li nêzîkatiyên muxalefetê kirin. Pêşniyara ku sîstema yek bazinî derbazî sê bazinî bibe, ku ev jî di berjewendiyê herdu partiyên desthilatdar de ye. Ev şert û mercên aliyên ên hilbijartinê zehmet dike.
Şert û mercên berendamtiya lîsteya Partiya Çareserî û Demokrasiya Kurdistanê (PÇDK) wiha ne:
1-pêwîste xwedî mêjoyekî paqij û ti xiyanetekî navnetewî nekirîbe.
2-pêwîste ji %50 yî mûçeyê xwe yê heyvane bide sindûqa alîkariya rêxistinê.
3-pêwîste ew cihê ku ji aliyê parlementoyê ve jê re tê destnîşankirin, tenê li wir nemîne û di nav gel de bigere.
4-pêwîste parlementoyê vegerîne cihê daxwazên gel.
5-bi berdewamî li nav gel de bin, guhdarî rexne û pêşniyarên wan bikin û ji aliyên peywendîdar re ragehînin.
Di dawiya civînê de çend mijarên din hatin nîqaşkirin û piştre jî beşdarvanan di civînê de bal kişande ser xalên girîngiya civînê û çend kesan destnîşankirin ku, bibine berpirsên xelkê herêma Germiyanê.