Partiya Heq û Heqîqetê gef li Kurdan xwar
Partiya Heq û Heqîqetê gef li Kurdan xwar
Partiya Heq û Heqîqetê gef li Kurdan xwar
Serokê Giştî yê Partiya Heq û Heqîqetê Dursun Guneş ku beriya vê jî bidaxuyaniyên dijî Kurdan ketibû rojevê, li Amedê di civînek ya çapemeniyê ya li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat de gef li Kurdan xwar.
Serokê Giştî ê Partiya Heq û Heqîqetê Dursun Guneş, Alîkarê Serokê Giştî Bulent Guneş û ji endamên avakar ên partiyê Recaî Çelebîoglû li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat civînek ya çapemeniyê li darxistin. Guneş xwe weke “Qasidên Xwedê û Hz. Mihemed” dane naskirin û got, ew rêya xwe bi gotin û rêyên heq û heqîqetê diyar dikin.
Guneş anî ziman ku, tiştên ku Serokwezîr dike Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dixe jiyanê û got: “Nexşerêya ku Serokwezîr behs dike, nexşerêya ku dema Serokomar Abdullah Gul Wezîrê Derve bû ji aliyê DYA’yê ve hatiye destgirtine. Niyeta PRM ji bo Tirkiyeyê ye. BDP dê di hilbijartinên herêmî de bi HDK’ê re beşdar bibe û dê herêmê rizgarkirî îlan bike, her wiha dê ji bo rojavayê Tirkiyeyê bixebite. Em tenê dikarin li ser çîmentoya îslamê rihet bibîn. Murada me hîlafete. Çima Xiristiyan dibin gel, çima Misilman nebin gel? Ji bo tenê Îsraîl dê tevger bike, ma pêwîste hemû dewletên Misilman birûxin? PRM li Tirkiyeyê heye. Em naxwazin weke Iraq û Sûriyeyê lê bên. Sibe dê wisa lê bê ku nikarin pêşiya wê bigirin.”
Guneş anî ziman ku, Kurd pêvajoya xwe ya zêrîn jiyan dikin û gotinên wiha kirin; “Ez bang li hemû Misilmanan dikim ku yekbin û bi hev re bin. Ji bo Kurdan xeterî tuneye, lê ji bo Tirkan xeterî heye. Tolhildana 1915’an tê hilgirtin û heta xilas jî nebe dê berdewam bike. Kurd jî bihara xwe pêvajoya xwe ya zêrîn, serkeftina xwe jiyan dikin, lê belê sibe wisan nabe.Kêm maye Tayyîp tune bibe, nikare derkeve hilbijartinan jî. Tayyîp bê mirin nîne, dê sibe biçe piştre dê çi jê bê? Xweserî, Kurdistan derbikeve holê dê çi jê bê? Kes baxê bavê xwe jî wisan hêsanî nafiroşe. Ev erazî baxê bavê te jî bin, tu nikarî ew qas hêsanî bifiroşî.”