Parlamenta Başûrê Kurdistanê KNK ziyaret kir

Parlamenta Başûrê Kurdistanê KNK ziyaret kir

Heyetek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, li paytexta Belçîka Brukselê navenda KNK'ê ziyaret kir û bi rayedaran re hevdîtin kir. Di serdanê de, peyama pêşvebirina yekîtiya Kurdan hat dayîn.

Heyetek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, ku ji bo hin danûstandinên li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ye, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ziyaret kir. Di heyeta bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentê Jaffar Îbrahîm Emînkî de Sekreterê Giştî yê Parlamentê Faqredîn Qadir, Nûnerê Başûrê Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropa Dîlawer Ajneyî, nûnerên Yekgirtû, Komalê Îslamî, Asûrî-Suryanî, Tikrmen û Partiya Komunîst hebûn. Heyet ji aliyê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî ve hat pêşwazîkirin.

DIVÊ TÊKILÎ BÊN XURTKIRIN

Di serdanê de hat destnîşankirin ku divê têkiliya di navbera KNK û Parlamenta Başûrê Kurdistanê de bê xurtkirin, li dijî DAIŞ û êrîşên mîna wê Kurd bibin xwedî parastineke hevpar û paralelî vê di bin sîwana kongreya neteweyî de yekîtî bê afirandin.

Alîkarê Serokê Parlamentê Emînkî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku ew xebatên KNK'ê bi baldarî dişopînin û got, "Hem xebatên ji bo yekîtiya Kurdan hem jî xebatên li qada navneteweyî dimeşîne, em gelekî giranbuha dibînin."

Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, "Kurd, di dîrokê de yekemcar nêzî hev bûne. Divê ev yek were xurtkirin. Îro di her astê de tê cem hev. Parastina Şengal, Başûrê Kurdistnê û Kobanê, encama yekîtiya siyasî ye. Serdana heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya di vê demê de ji bo me gelekî girîng e."