Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger ji rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bê dayîn, parêzer wê sibê bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr destûrê nastînin biçin girava Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin.