Parastvanê Talabanî hat kuştin
Parastvanê Talabanî hat kuştin
Parastvanê Talabanî hat kuştin
Parastvanê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Serwet Heereşîd ji aliyê kes an jî kesên nasname nediyar ve li mala xwe hat kuştin.
Li gorî Malpera Nûçeyan Xendan, îro ber destê sibê saet di 04:00 de parastvanê Serokkomarê Iraqê û Sekreterê YNK'ê Celal Talabanî Serwet Heereşîd li mala xwe ya li bajarê Silêmanî hat kuştin. Nayê zanîn ka Heereşîd ji aliyê ve ji bo çi hatiye kuştin. Berpirsyarê Rêveberiya Polîsan a Silêmanî Serkewt Ehmed jî êrîş piştrast kir.
Li gorî îdîayan, êrîş ji aliyê 3 kesan ve hatiye kirin, lê nasnameya wan nehatiye zanîn.
Hat hînbûn ku Serwet Heereşîd ê 43 salî, ji sala 1994'an û vir ve parastvanê Talabanî bû.