Ortakaya li cihê ku hat qetilkirin hat bibîranîn

Ortakaya li cihê ku hat qetilkirin hat bibîranîn

Di kursiya gel a li gundê Miseynter a sînorê Kobanê-Pirsûsê  hat lidarxistin de Kader Ortakaya ya ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî diyar kir ku Kader şehîda Kurdan e, bûka Kobanê ye.

Li qada gund di nava kesên hatin cem hev de Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî û Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim jî amade bûn. 

BI KOBANÊ RE DÎROK JI NÛ VE TÊ NIVÎSIN

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî axivî û got: “Kader şehîda Kurdistanê ye. Bûka Kobanê ye. Ez malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê Kobanê diparêzin. Îro dîrok ji nû ve tê nivîsin.  Ev nivîs bi tîpên zêrîn bi xwîna ewladên me tê nivîsin.

GULEYÊN DAIŞ Û TIRKIYÊ YEK E

Efendî bi lêv kir ku sebra dayikên Kurd nemaye û wiha got: “Di dilê her dayikekê de lehengek heye. Bûka Kobanê Kader a sînor derbas kir dizanibû ku guleya DAIŞ’ê û Tirkiyeyê yek e. Hevkarên hev in. Ji ber vê sebra me nema. Em hemû wek Arîn Mîrxan ji bo teqînê amade ne.

Gulser Yildirim jî axivî û got Rojava wê li DAIŞ û piştevanên wê re bibe gor.