Operasyona YPG’ê ya li Til Xelefê didome
Operasyona YPG’ê ya li Til Xelefê didome
Operasyona YPG’ê ya li Til Xelefê didome
Operasyona ku şevê din şervanên YPG’ê li Til Xelef dane destpê kirin hêjan didome. Her wiha li gundê Taya yê ser bi Tirbespiyê, gundê Girhok ê Girkê Legê û li Girê Spî jî şerên demî rû dan.
Şerê li Rojavaya Kurdistan bi hemû dijwariya xwe didome. Şevê din Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê li Til Xelef li dijî Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra operasyonek lidarxist û di encam de şerên dijwar rû dan. Hate ragihandin ku pevçûnên şevê din di demjimêr 22:20’an de rûdan heya 05’ê sibehê dom kirin.
Hate ragihandin ku, di pevçûnan de benzînxaneya Ebû Ednan li daketina Til Xelef ketiye destê YPG’ê û dawî xwe ji kêşandiye. Her wiha gelek cebilxane jî hate bidestxistin. Hate zanîn ku, wê YPG’ê di derbarê operasyona pêkanîne de daxuyaniyê bidin.
Her wiha hate diyarkirin ku, şevê din li Gundê Taya ê girêdayî Tirbespiyê û li gundê Girhok ê girêdayî Girgê Legê şerên demî hebûn. Hate zanîn li Girê Spî (Til Ebyed) li derdora gundê Sarincê, Celebê û Sûsikê şerên demî qewimîne.