Onder: Ji bo mitîngê fikarên ewlekariya can nerastin
Onder: Ji bo mitîngê fikarên ewlekariya can nerastin
Onder: Ji bo mitîngê fikarên ewlekariya can nerastin
Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bertek nîşanî qedexekirina mitînga dê li Serêkaniya ji bo piştgiriya Rojava çêbibe kir û got: “ji bo mitîngê fikarên ewlekariya can derbaz nabe. Ev mirov neçarin ji xwişk û birayên xwe ên li wir re bêjin ‘em li virin, we dibînîn, dibihîzîn, em çengên xwe ji we re vedikîn’.”
Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku li Rihayê bi malbat û xizmên xwe re xwarina fitarê xwar, di derbarê bûyerên li Rojava, qedexekirina mitînga sibe dê li Serêkaniyê pêk bê bersiva pirsên rojnameyan dan.
Onder da diyarkirin ku, ew bi Waliyê Rihayê Celaledîn Guvenç ê mitîng qedexekirî re hevdîtin pêkaniye û got: “Îro em bi Birêz Walî Celaledîn Guvenç re rast hatin û me hev dît. Li wir gelekî ku bi rêbazekî herî aştiyane ê di cîhanê de xwe ji nû ve ava dike. Heya roja îro eger yekê guleyek ne avêtibiyê, gule neberdaye tukesê û ne bûye alîgirê tu kesê. Gelek li wir heye ku hebûna xwe ava dike, li rexmî ku ev gel li ser van bingehên aştiyane nêz dibe jî, li rastî êrîşên mezin tê.”
Onder derbarê qedexeya mitîngê de diyarkir ku, “Tenê aliyek vê yê çewt heye, ew jî meseleya vî sinoriye” û wiha got:
“Bêgûman Kurdên li vir dê xwedî li xwişk û birayên xwe birêyên demokratîk derbikevin. Xwedî lêderketin xwezayî ye lê tişta nexwezayî qedexekirine...Min ji Birêz Walî re jî got. Rêya vê hevkariya li gel BDP’ê û gele. Fikarên ewlekariya can ya we ji mitîngê re got, derbaz nabe, li ser xala dawî ya sinor nabe. Ev li ser noqteya x ya sinor dibe lê ev mirovên li vir neçarin ji xwişk û birayên xwe ên li wir bêje ‘em li virin, em we dibînin, dibihîzîn, em çengê xwe ji bo we vedikin’. Rêya vê di parvekirinê re derbaz dibe, hûn dê bi hev re parve bikin û bi hev re sererast bikin, bi hev re sererast bikîn û ev kesane dê vê hişyariyê danin holê. Hûn dê deriyên li ser herêma Kurdan ji ber topan bigirin û dema ku hûn herêma Erebeban jî vedigerînin kefgîrê ewlekariya can qet nayê gotin. Tu kes ji vê samîmiyetê bawer neke. Em niha dikevin cejnekê li wir mirov di bin zilmekî pir mezin de ne û îftira nemane ne avêtine ser wan. Ji Kurdan re gotin El Qaîde û jê re gotin alîgirên Esad in jî. Tu carê ihtimal nedan vê; Gelo Kurd ji xwe re nabe alî? Gelê Kurd jî li Rojava ji bo xwe alîne.”
Li ser pirsek ya rojnamevanekî ya “Hûn dê ji bo Şaredariya Stenbolê berendamtiya xwe danin” Onder got, “Hevalên hêja em berendamtiya xwe şexsî diyar nakin. Rêxistina me heye, partiya me heye. HDK û BDP dê piştî cejnê bicive û dê rêgezên me ên di vê mijarê de diyar bikin û dê piştî wê diyar bibin. Me heya niha bi berxwedana Gezî ya Stenbolê nîşanda ku bajarek çawa nayê birêve bibirin. Eger Şaredarek ji HDK’ê çêbibe em dê nîşan bidin ku bajar çawa têne birêve birin. Em temaşe bikin ka dê rêxistina me partiya me biryar bide.”