Odeya Tabîban ya Amedê ji bo Rojava bang li bijîşkan kir
Odeya Tabîban ya Amedê ji bo Rojava bang li bijîşkan kir
Odeya Tabîban ya Amedê ji bo Rojava bang li bijîşkan kir
Odeya Tabîban ya Amedê ji bo Rojava kampanyaya derman û xurek da destpê kirin. Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş bang li hemû bijîşkan kir ku bila piştgiriyê bidin kampanyayê.
Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş di derbarê Kampanyaya alîkariyê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Dema me dest bi kampanyaya alîkariyê kir, ji me re daxwaza alîkariya pere hat, lê belê em weke alîkarî bi tenê derman û xurek digrin. Di vir de jî barê giran dikeve ser milê bijîşkan. Di vê kampanyayê de hêviya me ya herî mezin hevalê me yên bijîşk in. Em bang li hemû bijîşkan dikin ku bila pişgiriyê bidin kampanyaya alîkariyê."