Odeya Tabîban ji bo Rojava dest bi kampanya dermanan kir

Odeya Tabîban ji bo Rojava dest bi kampanya dermanan kir

Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş, diyar kir ku ji bo Rojava kampanyaya alîkariya dermanan dane destpêkirin û banga beşdariya li kampanyayê kir. 

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ku Odeya Tabîban ya Amedê (DTO) jî tê de heye, di serdana xwe ya meha hezîranê de rewşa Rojava şopandibû.

Heyetê li Qamişlo û Efrînê 15 rojan lêkolîn pêkanîn û pêdiviyên welatiyan di cih de diyar kirin.

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş, ku di nava heyetê de bû, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên welatiyên li Rojava diyar bikin çûne wê derê û da zanîn ku piştî lêkolînan wan ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariya derman kirine. Karadaş di serî de doktorên li Bakurê Kurdistanê banga beşdariya kampanyayê li her kesên pêwendîdar kir.