Nûnerên êzîdiyan pirojeya rêvberiyê pîroz kir

Nûnerên êzîdiyan pirojeya rêvberiyê pîroz kir

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê bi armanca nîqaşkirina pirojeya rêveberiya demî û hevpeymana civakî bi nûnerên ola êzdî re civiyan. Nûnerên êzdiyan rêveberî pîrozkirin.

Civîn îro li buroya Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM'ê bi tevlîbûna Endamên Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM'ê Ebdulkerîm Umer, Hekem Xelo û Xerîb Hiso û nûnerên êzdiyan Şêx Seyîd Cindo, Milhim Sincar, Ilyas Seydo, Berkat Reşo, Ebas Umer, Faris Şemo û Mihyeldîn Ferhan hate lidarxistin.

Di civînê de pirojeya  rêveberiya demî ya Rojava û mafên êzdiyan di hevpeymana civakî de hatin nîqaşkirin. Nûnerên êzdiyan pirojeya rêveberiya Demî ya Rojava pîroz kirin.