Nûnerên 25 sazî û dezgehên Başûr ji bo Rojava civiyan

Nûnerên 25 sazî û dezgehên Başûr ji bo Rojava civiyan

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê nûnerên 25 rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û oldarên îslamî bi armanca piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra û girtina deriyê Sêmalka civînek lidar xistin.

Nûnerên 25 rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û oldarên îslamî bi armanca piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistnê ve, di salona pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê civînek lidar xistin. Civîn bi avakirina hin komîte û biryaran bi encam bû.

Biryarên civînê wiha ne:  

1-      Di 15’ê Tebaxê de dê meşek berfireh bê lidar xistin.

2-      Sînorê Rojavayê Kurdistanê û hemû perçeyên Kurdistnê ne milkê tu aliyê siyasî ye û ev ê hemû Kurdistanê ye.

3-      Ji rayederên Başûrê Kurdistanê were xwestin ku di zûtirîn dem de sînorê di navbera Başûr û Rojava de vebike.

4-      Em bang li gelê Başûrê Kurdisatanê û oldaran dikin ku berê xwe bidin sînorê Pîşxabûr da ku deriyê sînor ê Sêmalka vekin û li wir civîna çapemeniyê were lidar xistin.

5-      Em bangli parlemanterên Başûrê Kurdistanê û bi taybet ên muxalif dikin ku girtina deriyê Sînor di civîna parlemantoyê û saziyên çapemeniyê de binirxînin.

6-      Komîteya ku hatiye avakirin wê serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bike da ku piştgiriya Rojava bikin û helwesta xwe derbarê girtina deriyê sînor ê Pişxabûr de nîşan bidin.

7-      Komîteya Amadekar a Konferansa Netewî ya Kurdistanê pêwîste ji bo vekirina deriyê sînor zextê li rayedarên başûrê Kurdistanê bike. Ger wê yekê neke dê Konferans bê wate be.

8-      Yekîtî Niştimanî Kurdistanê ku wek beşek ji Hukûmeta Başûrê Kurdsitanê ye pêwîste helwesta xwe derbarê girtina deriyê Pişxabûr de zelal bike.

9-      Pêwîste Oldarên Îslamî û Meleyên mizgeftan ên Başûrê Kurdistanê di xutbeyên Înê de alîkariyê ji bo Rojava kom bikin.

10-   Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê alîkariya madî, xwarin û dermanan ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bike û her wiha hate diyarkirin ku di rojên pêş de wê hesabek a  banqê ji bo alîkariyan were diyar kirin û li ser saziyên çapemeniyê were aşkera kirin.