NPG fermandarê gerîla Reşîd bibîr anî

NPG fermandarê gerîla Reşîd bibîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel  (NPG), di yekemîn salvegera ji destdayîna jiyana wî de fermandarê gerîla Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) bibîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi munasebeta yekemîn salvegera ji destdayîna jiyanê ya fermandarê gerîla Reşîd Serdar, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê fermandar Reşîd tevî Serxeta, Dîmê, Oramar û Bezele ji gelek çalakiyên berfireh ên gerîla re pêşengî kiriye û di pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê 2012'an de roleke aktîf lîstiye. NPG'ê got, "Hevalê Reşîd ê ku Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz dixwend, lêkolîn dikir û ew mînak digirt, bi jiyana Mahsûmî û bi şervaniya Egîdî re bû şervan û şopdarê rastî yê Mahsûm Korkmaz."

Daxuyaniya Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye:

"Di vê dema ku ji pêşketinên dîrokî yên li Kurdistan û herêma me re şahidî tê kirin de, di serî de Rojava hemû pêşketinên şoreşgerî yên li Kurdistanê pirsgirêka Kurd xistine rojeva hêzên navneteweyî û herêmî. Di van rojên ku ruh û coşa şoreşê ya gelê me di asta herî bilind de ye de, di yekemîn salvegera şedahetê de me yek ji fermandarên xwe yên agirê şoreşê gur kiriye hevalê Reşîd bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, di kesayetiya hevalê Şehîd Reşîd de weke HPG em soza serketinê ya me daye hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê dûbare dikin.

‘JI PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEMZÎNANÊ RE PÊŞENGÎ KIR’

Di sala 2011'an de hikûmeta AKP û dewleta Tirk a mêtînger, rewşa li Rojhilata Navîn ji xwe re weke firsendek dît û heman piştî hilbijartinên Hezîranê li dijî gel û tevgera me êrîşên qirkirinê yên mîna yên li hemberî Tamîlan, xist rojeva xwe. Li dijî van êrîşan Rêber Apo li Îmraliyê berxwedan û fedekariyeke mezin nîşan da, gelê me jî bi serhildanên xwe yên li hemberî terora AKP'ê re beşdarî vê pêngava berxwedanê bû. Li dijî plana qirkirinê ya AKP'ê, Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê li ser bingeha perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî berxwedaneke destanî nîşan dan û hemû planên tinekirinê pûç kirin. Ji Şemzînan, Elkê heta Çewlik, Serhedê operasyonên şoreşgerî yên li her qadên gerîla, hemû êrîşên tinekirinê pûç kirin û nîşan da ku gerîlayên Kurdistanê têk naçin. Ev berxwedana destanî û serketin bi berdêlên mezin hatin qezençkirin; Keç û xortên bi qîmet ên gelê Kurd di rêya vê serketinê de canên xwe feda kirin.

Yek ji wan lehengên ev ruhê fedaî nîşan da, hevalê Reşîd Serdar e. Hevalê Reşîd ê ku di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de hem di plankirin hem jî di pratîkkirina wê de roleke aktîf lîst, ji tevgera şoreşgerî ya Şemzînanê re bi xwe pêşengî û fermandarî kir û di serketina pêngavê de roleke mezin lîst. Hevalê Şehîd Reşîd Serdar bûye Ruhê Pêngavî, Fermandarê Afirîner, Rêbaz û Taktîka Lêdana Bibandor a Demê.

'JI ZAGROSAN TA AMANOSAN HER TIM LI PÊŞ BÛ'

Hevalê Reşîd ê li gundê Êrsi yê Sêrtê ji malbateke welatparêz hat dunyayê, hînê di temenê xwe yê zarokatiyê de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê nas kir, zarokatiya xwe bi şahidiya ji îşkence, şewitandina gundan û komkujiyên artêşa TC a dagirker re, derbas kir. Ji ber vê yekê ev hêrsa mezin û daxwaza hesabpirsîna ji înkar û mêtîngeriyê, bû taybetmendiya wî ya bingehîn. Hevalê Reşîd ê ku di sala 1992'an de bi komeke hevalên xwe re beşdarî nava refên gerîla bû, ji Botanê heta Amanosan, ji Amanosan heta Zagrosan di şer de her tim li pêş bû, di pratîkên herî zehmet de cih girt.

Hevalê Reşîd ê bi hesteke kûr a hezkirina ji welat û gel dijiya, bi kesayetiy xwe ya şervanî, jêhatîbûn û wêrekiya xwe re li refên gerîla bi lez bi pêş ket. Hevalê Reşîd ev sekna xwe ya rûniştandî bi pêvajoya perwerdeyê ya li qada Rêberiyê xurtir kir û bû têkoşerekî pêkanîna pîvanên milîtaniyê yên Apoyî. Hevalê Reşîd bi vê taybetmendiya xwe re bawerî û hezkirina rêxistin û hevalan wergirt û di demeke kurt de berpirsyariyên partî û fermandariyê girt ser milê xwqe. Li gel fermandariyên Yekîne, Tabûr, Eyalet û Qadê, di Konseya Fermandaran a HPG'ê de jî berpirsyarî û wezîfeyên girîng bi serketî temsîl kir. Hevalê Reşîd, ku di tevahiya pratîka xwe ya şer de her tim li pêş bû, di gelek çalakiyên berfireh de her tim di nava komên êrîşê de cih girt û ji hemû hevalên xwe re bû mînaka wêrekî û fedakariyê.

ORAMAR, BEZELE Û YÊN DIN

Hevalê Reşîd ê di çalakî û pevçûnan de gelek caran birîndar bû, tevî Serxeta, Dîmê, Oramar û Bezele ji gelek çalakiyên berfireh re fermandariya plansazî û bicihanînê kir. Herî dawî di Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2012'an de ji keşfê heta plansaziyê, ji amadekarî heta bicihanînê Tevgera Şoreşgerî ya Şemzînanê bi pêş xist, bi taktîkên afirîner windahiyên giran da dijmin û dijmin têk bir. Hevalê Reşîd bi fedekariya xwe re nîşan da ka gerîlatiya Kurdistanê çawa tê kirin.

‘DIVÊ CIWANÊN SÊRTÊ BIBIN ŞOPDARÊN REŞÎD’

Hevalê Reşîd ê ku Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz dixwend, lêkolîn dikir û ew mînak digirt, bi jiyana Mahsûmî û bi şervaniya Egîdî re bû şervan û şopdarê rastî yê Mahsûm Korkmaz.

Di yekemîn salvegera şehadeta hevalê Reşîd de li ser bingeha şerkirin û jiyana bi awayê Reşîd em soza serketinê ya ji bo hemû şehîdên xwe, gelê xwe, Rêber Apo dûbare dikin, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Di serî de ciwanên welatparêz ên Sêrtê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bibin şopdarên fermandar Reşîd."