Nobeta Konê Çareseriyê ya Evîn Gewdan hate dewirgirtin

Nobeta Konê Çareseriyê ya Evîn Gewdan hate dewirgirtin

Li Wanê nobeta "Konê Evîn Gewdan ê Çareseriyê" ku bi armanca şopandina meşa demokratîk ya gerîlayên HPG'ê li Zozênên Tako hatibû vedan hat dewir kirin.

Çalakiya nobetê ya "Konê Çereseriya Demokratîk ya Evîn Gewdan" ku bi armanca şopandina meşa demokratîk ya gerîlayên HPG'ê ji aliyê Tevgara Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve li Zozanên Tako ya li sêgoşeya navçeyên Payîzava, Şax, Miskê ya Wanê didome. Nobeta ku heta niha ji aliyê BDP'a Artêmetan û welatiyan ve dihat girtin, ji aliyê rêxistinên BDP'ê yên navçeyên Begîr û Şaxê û welatiyan ve hate dewir girtin.

Di dewrgirtina nobetê de bê navber dirûşmên 'PKK gele, gel li vire' û 'Bijî serok Apo' hatin qîr kirin. Piştî dewrgirtina nobetê gelek jin, zarok û welatiyên ji gundê Şîvreşê ya Payizava kon ziyaret kirin. Di nobeta ku hat dewr girtin de di xwarina fitarê de mewlîd hat dayîn.

Piştî xwendina mewlidê, çalakvanan li dora agirê ku vêxistin bû kombûn û li ser pêvajoyê nîqaş kirin.