Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê Koma Berlînê ve dewir hat girtin
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê Koma Berlînê ve dewir hat girtin
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê Koma Berlînê ve dewir hat girtin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, bê navber dewam dike. Di hefteya 126. de nobed ji aliyê koma ji paytexta Elmanya Berlînê ve dewir hat girtin.
Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir û ket roja 869. duh ji aliyê komeke ji paytexta Elmanya Berlînê ve, dewir hat girtin. Di nava komê de welatparêzên bi navê Muslim Bayram, Vahap Gogebakan, Yûnûs Ûygûr, Cezaîr Işik û Nezîr Mele cih digirin.
Endamên komê yên duh danê nîvro li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasbourgê hatin cem hev, wê heta roja Yekşemê çalakiya xwe ya nobedê dewam bikin. Di çalakiyê de bi mirovên li derdorê re yekser diyalog tê danîn, der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê, êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên dewleta Tirk de agahî tên dayîn.
Endamên komên dan xuyakirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî vê çalakiyê bûne û anîn ziman ku ew ê di nava hefteyekê de broşurên ji biyografiya Ocalan belav bikin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan de îmzeyan kom bikin. Endamên komê wê der barê komkujiyên li Rojava, Şengal û Kobanê de jî raya giştî agahdar bikin û hewl bidin bala raya giştî bikşînin ser mijarê.
Aktîvîstê meşa dirêj a 1'ê Sibata 2012'an ku ji bajarê Swîsre Cenevreyê destpê kir û piştî 420 kîlometreyan li Strabourgê bi dawî bû Vaha Gogebakan li ser navê komê daxuyaniyek da. Gogebakan got, "Em berxwedana Kobanê, ku ev 2 meh in jin, zarok, extiyar, ciwan her kes desta lehengiyê dinivîsînin silav dikin. Li pêşberî bîranîna şehîdên xwe yên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, heftê heft rojan, di navbera saet 07:30 û 17:00 de bênavber dewam dike. Heta niha 235 hezar belavokên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî, Fransî û 38 hezar biyografiya Ocalan hatine belavkirin. Di çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê de heta niha zêdeyî 20 hezar 800 îmze ji bo azadiya Ocalan hatine berhevkirin.