Nêzî 4 mehane ji 4 welatiyên Kurd agahî nayê girtin

Nêzî 4 mehane ji 4 welatiyên Kurd agahî nayê girtin

Hate ragihandin ku, meha Adarê li bajarê Humis yê Sûriyeyê komeke çekdar a girêdayî rejîmê 4 welatiyên Kurd ên ji gundê Bênê ya navçeya şêrawa ya Efrînê revandin.  Ev nêzî 4 mehane agahî jê nehatiye girtin.

Hate ragihandin ku, di 4’ê Adara 2013’an edema ku welatiyên Kurd Ehmed Eswed (14), Elî Kinco (53), Ehmed Kênco (30) û Diyar Kinco (16) ên ji gundê Banê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi armanca ku sotmeniyê bînin Efrînê ber bi Humsê ve birê ketin. Hate diyarkirin ku, her çar welatî ber benzînxaneya El-Rewabî ya li navçeya Xirbet Eltîn ji aliyê alîgirên rejîmê ve hatin revandin. Heta niha jî tu agahî ji wan ne hatiye bidestxistin.

Di derbarê bûyerê de Cinêd Eswed ku bi wan re bi rê ketibû û dema hatin revandin li cihekî din bû, da zanîn ku wesayîteke spî hêjmara wê 551583 her 4 welatî ji ber benzînxaneyê revandin.