'Navenda çeteyên li Amûdê û çekdarên li Hesekê yeke'

'Navenda çeteyên li Amûdê û çekdarên li Hesekê yeke'

Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da xuyakirin ku, çekdarên li Amûdê êrîşî yekîneya YPG᾿ê kirin û komên çekdar ên ji Bendava Şerqî ya Hesekê hatine derxistin li heman navendê têne rêvebirin. YPG’ê soz da ku, dê planên dijî destkeftî û îradeya Gelê Kurd vala derxînin, planger û çete wê bê hesab nemînin.

Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku, yekîneyên wan dema ji operasyona paqijkirina herêma Bendava Şerqî û riya di navbera Dirbêsiyê-Hesekê vedigeriyan rastî êrîşa komên çete yên bi fermana komên çekdar ên li Hesekê têk çûn û rêveberên wan tevdigerin, hatine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, ev komên çete di çarçoveya berjewendiyên welatên ku planan li dijî destkeftiyên Gelê Kurd dikin û di serî de dewleta Tirkiyeyê ku li her derê li dijî nirx û destkeftiyên Gelê Kurd planan dike, tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di êrîşê de şervanê YPG᾿ê Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) jiyana xwe jidest da û 2 şervanên din ên YPG᾿ê birîndar bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek rêveberiya YPG᾿ê cara dawî van komên çete ku hewldidin fitne û tevlîheviyê bi armanca perçekirina gelê me bi xayîntî pêk tînin, hişyar dikin. Her wiha em hêzên ku li pişt van çeteyanin hişyar dikin ku Gelê Kurd û îradeya wî ya azadîxwaz wê li hember êrîş û planên wan bê deng nemîne.”

YPG’ê da diyarkiri ku, YPG dê xayînan bê hesab nehêle û ev tişt hate gotin: “Em soz didin gelê xwe, bi hemû nêrînên wan ên siyasî ku em dê rê li ber hemû plan û fitneyên ku li dijî gelê Kurd têne kirin bigrin. Em dê hesabê xayînên ku hêza xwe ji fermandarên xwe yên derve digirin û êrîşên şervanên me yên ku xwe ji bo parastina gel û welatê xwe feda kirine dikin, bipirsin.”

YPG’ê bang li gelê Kurd hate kirin da ku xwedî li cenazeyê şervanê YPG᾿ê Sebrî derkeve û wiha got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin da ku xwedî li şehîdê xwe yê qehreman Sebrî derkevin, bi girseyî tevlî merasimê bibin û ji bo şermezarkirina kesên li pişt plana ku nakeve xizmeta gelê Kurd wêneyên şehîdê xwe bilin bikin.”