Muslim: PDK li dijî YPG'ê hezek leşkerî dixwaze
Muslim: PDK li dijî YPG'ê hezek leşkerî dixwaze
Muslim: PDK li dijî YPG'ê hezek leşkerî dixwaze
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û gefên PDK'ê û hevkariya qirêj ya li hemberî Rojava nirxand. Muslim, sedema hêrsa PDK'ê ya li hemberî Rojava raxist ber çavan.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê gefên PDK, hevkariya qirêj ya li hemberî Rojava û avakirina Meclîsa Rêveberiya Demî de ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivî. Muslim, anî ziman ku, PDK ji wan 2'mîn hêza leşkerî û nîvê hebûna madî xwest, lê got ew tiştên gel, pêşkeş nakin. Muslim da zanîn ku yên peymana Hewlêrê bin pê dikin, partiyên nêzî PDK'ê ne û got: "Me bi xwe pêwistiyên peymanê bi cih anîn. Lê belê partiyên ENKS'ê di nava xwe de li hev nekirin û nakin. Di navbera wan de nakokî hene. Herwiha ENKS peyman bin pê kir û çû tevlî mûxalefeta Suriyê ya Stenbolê bû.
Muslim diyar kir ku partiyên nêzî PDK'ê tenê rantê difikirin û got:“PDK pêşiya ENKS'ê digire. Nahêle ew bixebitin. Dixwazin tiştên ji rejîmê hatine bi destxistin, bên parvekirin. Em tiştên bi destxistî radestî gel dikin, lê belê yên nêzî PDK'ê wan tiştan ji bo xwe dixwazin. PDK dixwaze li derveyê YPG'ê hêzeke leşkerî ava bike. Me got, li welatekî du hêzên leşkerî nabin û ew red kir. PDK tevî vê, nîvê hebûna aborî dixwaze. Hemû hebûna aborî yên Rojava, yên gel in, em nikarin tiştên gel pêşkeşî PDK û partiyên din bikin.”
Muslim anî ziman ku ji ber wan ev daxwazên PDK red kirine, PDK wisa bi hêrs tevdigere û Rojava tehdît dike û got: “Lewma gefan li me dixwin. Lewma çeteyan bi ser me de dişînin. Lewma diçin bi Tirkiye re hevkariyê dikin. Lê belê Erdogan jî, PDK jî û Hekîm Beşar û kesên wekî wan nikarin pêşiya îradeya gel bigirin. Gelê kurd çawa çete têk birin, ambargo şikand û derfetên alternatîf afirandin, wê hemû hevkariyan têk bibe.”
Hevserokê PYD'ê destnîşan kir ku wan di encama niqaş û nirxandinên berfireh de biryara Meclîsa Rêveberiya Demî girtiye û got: Partiyên ENKS'ê bi xwe jî proje erê kir. Lê belê piştî ku nêrîn planên wan bi cih nayên, helwesta xwe guhertin û dest bi gefan kirin.