Moskowa: Armancên li Ûkranyayê hê nehatine bidest xistin
Kremlîn diyar kir ku hedefên di şerê li Ûkraniyayê de hê nehatine bidest xistin û got ku ji ber vê yekê Rûsya dê ‘operasyonên leşkerî yên taybet’ bidomîne.
Kremlîn diyar kir ku hedefên di şerê li Ûkraniyayê de hê nehatine bidest xistin û got ku ji ber vê yekê Rûsya dê ‘operasyonên leşkerî yên taybet’ bidomîne.
Ev daxuyanî di 4’emîn salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ya berfireh a Rûsyayê hat dayîn.
Peskov, bersiv da daxuyaniya Serokkomarê Ûkranya Volodimir Zelenskiy ku dibêje Rûsya di şer de negihiştiye armanca xwe.
Berdevkê Kremlin Dmitri Peskov, di civîna çapemeniyê de got, “Armanc hê nehatine pêkanîn. Ji ber vê dê operasyonên leşkerî yên taybet bidomin.”
Peskov, her wiha îdîa kir ku Kremlîn gelek armancên li Ûkranyayê bidest xistiye.
Berdevkê Kremlin, da xuyakirin ku armanca bingehîn a Moskowayê misogerkirina ewlehiya mirovên ku li rojhilatê Ûkranyayê dijîn.
Rûsya, êrîşên dagirkeriyê ku di Sibata 2022’yan de da destpêkirin, hê wekî ‘operasyona leşkerî ya taybet’ binav dike.