Meydana Azadî ya Kobanê bûye şahida şoreşê

Meydana Azadî ya Kobanê bûye şahida şoreşê

Meydana Azadî ku berê navê wê meydana Êkspirêks bû piştî şorşê bû cihê meş û xwepêşandanan. Meydan Azadî di Kobanê de cihekî xwe yê girîng di şoreşa Rojava de girtiye û bûye şahidê hemû çalakiyên Kobaniyan.

Meydana Azadî navê xwe ji peykerê Teyrekê mezin ku di meydanê de hatiye danîn û bi rengên kurdî hatiye xemilandin girtiye. Piştî Şoreşa Sûriyê di 15'ê Adarê de destpê kir şêniyên Kobanê ji meydana Azadî meşên xwe lidar xistin. Piştî demekê kurt meydan bû meydana sereke ya Kobanê . Meydana Azadî yek ji meydanên sereke yên herêmê ye û gelek riyên cûda ji meydanê derdikevin. Meydana Azadî bûye şahidê hemû meş, şahî û çalakiyên Kobaniyan ên di pêngava şoreşê de. Herî dawî hêzên YPG'ê tangek çeteyên DAIŞ'ê ku hatibû derbkirin di meydanê de danîne.