Mela Bextiyar: YPG ji bo Kurdistanê şer dike

Mela Bextiyar: YPG ji bo Kurdistanê şer dike

Rêvebirê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mela Bextiyar piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî silav kirin.

Serokê Desteya Giştî ya Buroya Siyasiya Yekîtî Niştmanî Kurdistan Mela Bextyar duh li bajarê Silêmaniyê di heftemîn Fistîvala Gelawêj a Çandî ku gelek rewşenbîrên Kurd, Ereb, Fars û Firansî jî beşdar bûn de axivî û silavên xwe ji lehengên YPG'ê yên li dijî pîrçemokên tariyê yên El-Nusra şer dikin re şandin. Bextiyar diyar kir ku ew piştgiriya şoreşa Rojvayê Kurdistanê dikin.

Mela Bextiyar derbarê şoreşa Rojava de ev tişt anîn ziman: " Xewnên me, têkoşîn, helwest û hestên me bi têkoşîna rizgarî û demokratîk û netewî a Rojavayê Kuristanê re ne, em ji kûraniya dilê xwe serkeftinê ji wan re dixwazin."

Mela Bextiyar Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî silav kirin û ev tişt gotin: "Ji vir ji vê holê ez silavên xwe ji wan lehengan re dişînim, ew lehengên ku li dijî pîrçemokên tariyê yên El-Nusra şer dikin." Bextiyar diyar kir  ku YPG'ê ji bo Kurdistanê şer dikin û wiha dewam kir: "Ev lehengiyeke mezin e, em qebûl bikin an nekin, ev li gorî îdeolojiya me be an na, rexneyên me derbrê wan rast bin yan şaş bin jî, tenê rastiyek heye pêwîste em hemû zanibin, ev rastî ew e ku ew pêşmerge ne û Kurdistanê diparêzin da ku careke  din neyê dagîr kirin, ev jî tiştekî pir girîng e."