Mehmet Ocalan serbest hat berdan

Mehmet Ocalan serbest hat berdan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê li Xelfetiyê hat binçavkirin, piştî kar û barên li dozgeriyê, serbest hat berdan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku ji bo tevlî meşa "Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê" ya li Serêkaniya ser xetê bibe ket rê û ji derketina navçeya Xelfetiyê hat binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. 

Mehmet Ocalan danê sibê saet di 11'an de bi hinceta dozeke berê hat binçavkirin û piştî kar û barên 6 saetan ê di binê çavan de, hat berdan.